Amed
Li gelek cihan Newroz bi coş hat pîrozkirin. Di Newroza Amedê de Berdevkê HDP'ê Osman Baydemîr axivi û got: "Ey gelê Amedê hûn carek din bi ser ketin. Coş û xwedîlêderketina we ya îro, bi dil û tiliyên xwe we kefena ku dixwestin ji bo kurdar bidirûn qetand."
Baydemîr wisa dom kir: "Ji Qada Newrozê ya Amedê bi hezaran silav ji bo Mehabad, ji bo Kobanî, Silêmanî, Duhok û Şengalê. Bila Newroza we pîroz be. Li hemberî hemû zordarî, komkujî û faşîzmê ev gelê bi rûmet, berxwedêr bi qasî mîsqalek bi paş ve gav neavêt û dê neavêje."
Berdevkê HDP'ê Baydemîr qala girtina Hevserokên HDP'ê Selahattin Demîrtaş, Fîgen Yuksekdag, Hevşaredarên Amedê Gultan Kişanak û Firat Anli, mebûs û şaredarên girtî, 5 hezar HDP'yiyên girtî girt û got ku qet şika we bila tune be rojek miheqeq wê li vir ligel me bin û got: "Yên ku dibêjin qey dê bi zordarî û çewsandinan bi ser bikevin bila baş li Newrozê binêrin. Qada Newrozê bangî me hemûyan dike û dibêje, Ey hikumet, ey dewlet, ew aqilê dewletê ev rê ne tu rê ye. Werin ji vê rêya şaş vegerin. Îro gelê Amedê rêyek dide ber we. Gelê Amedê rêya aştiyê û azadiyê vekir. Bila bi xêr be."
Baydemîr dema qala referandûmê jî kir ji qadê dengê "Na"yê bilind bû. Baydemîr got ew ji bo faşîzmê, ji bo tarîtiyê na dibêjin û got: "Wan sedî 10 bendav da ber we, we ew bendav têkbir, niha bi vê paketê sedî 50 bi ser de 1 tê zêdekirin, dixwazin vîna kurdan nekeve nav rêveberî. Ew çi bikin bila bikin ev der dê azad bijî."