Heleb
Balefirên şer ên rejima Sûriyeyê Taxa Şêx Meqsûd a bajarê Helebê ku piranî kurd lê dijîn, bombebaran kir. Li gorî agahiyên destpêkê 16 kesan jiyana xwe ji dest daye, gelek kes jî birîndar in.
Êrîş di saetên êvarê de li hemberî qada li nêzî Mizgefta Marûf pêk hat. Di encama êrîşê de 16 kesan jiyana xwe ji dest da, bi dehan kes jî birîndar bûn. Kesên birîndar rakirin nexweşxaneyên bi navê Henan û Ebdîn ên li Taxa Eşrefiyê.
Hate ragihandin ku êrîş ji aliyê balefirên şer ên rejima Sûriyeyê ve hatiye pêkanîn.
ANF