Hewlêr
Helbestvanê Ehmed Dilzar di temenê xwe yê 101 saliyê de li mala xwe ya li bajarê Hewlêrê mir.
Kurê helbestvan Ehmed Dilzar ê bi navê Aram dilzar li ser hesabê xwe yê tora civakî facebookê got: “Dostên ezîz îro di saet 13.30’an de bavê min Helbestvan Ehemd Dilzar koça dawî kir.” Cenazeyê helbestvan Dilzar wê li navçeya Koyeyê were veşartin. Ji ber belavbûna vîrusa koronayê şîn nayê danîn.
Ehmed Dilzar kî ye?
Helbestvan Ehmed Dilnaz bi navê xwe yê di nasnameyê de Ehmed Mistefa Mihemed e roja 8'ê rêbendana 1920’an li navçeya Koyeyê ji dayik bûye. Dibistana seretayî qedandiye û di dema xwendina dibistana navîn de dest ji dibistanê berdaye.
Dilzar di sala 1959’an de bûye endamê Yekîtiya Wêjevanên Ereb. Di sala 1970’yî de wekî yekem endamê Desteya Rêveberiya Yekîtiya Nivîskaren Kurd tê hilbijartin.
Ew di navbera salên 1974 - 79’an nûneriya Lijneya Eniya Demokratîk a Hewlêrê dike. Ew Endamê Encumena Yasanan a Herêma Kurdistanê bû jî. Di sala 1975’an de endamtiya Encumena Alîkariyê ya Iraqê ya aştiyê wergirt. Piştre koçî Swêdê kir û li wir bi cih bû. Dilnaz sala 1994'an de vegeriya Hewlêrê.
Wî bi kurdî û erebî helbest dinivîsandin û di jiyana xwe de bi sedan helbest nivîsandin. Ji bilî nivîsandina helbestên wî bi xwe, wî helbestên li ser helbestên Baba Tahirê Hemedarî jî xebat kiribû.
Yek ji rêberên kurd Mesûd Barzanî û Serokê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ser mirina Dilnaz peyamên sersaxiyê belav kirin. Barzanî di peyama xwe de got ku wî ji bo çand û wêjeya kurdî gelek xizmek kiriye.
Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) jî peyameke sersaxiyê belav kir û got, "Ehmed Dilzarê niştimanperwer û mirovdost, hevtemen û hevrêyê Dildarê afrînerê sirûda ‘Ey Reqîb’ û nivşê zêrînê afirandin û edebiyata nîva yekemîn a sedsala 20’an bû. Xerman û pêdera nivîsînên vî helbestvan û nivîskarê mezin, gencîneyekê sengîn û pir nirx û tije serwerî ye. Berhemên wî valatiyeke berçav ji ferheng, ziman û wêjeya Kurdî tije kirine. Di heman dem de jî Dilzar Kurdpewer û şoreşgêrekî îradebilind her tim bi hêvî bû di bizava rizgarîxwaza Kurdistanê de. Heta rojgarên xwe yên dawiya jiyana xwe jî ûmêd û hêviya azadî û rizgariya Kurd û Kurdistanê li nik wî mijara sereke bû."