Diyarname
Motora lêgerînê, amûrek ku hema hema her kesê/a dikeve înternetê bikar tîne... Tam bû 20 sal di xizmeta me de ye. Em qala Google dikin.
Google kompaniyeke ji DYA'yê (Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê) ye. Tam 20 sal berê di 27'ê rezbera 1998'an de hat avakirin. Niha wisa ketiye nava jiyana mirovan ku êdî berî li ansîklopediyan binêrin li Google dinêrin. Ji navê çiyayekî, heta kirîn/firotina tiştekî, heta agahiyên li ser tenduristiyê hema çi dibe, mirov dikeve vê motora lêgerînê û lê digerin. BBC di 20 saliya vê amûrê bikêrhatî de 10 agahiyên ku zêde nayên zanîn berhev kirin.
Avakarên Google
Avakarên Google Larry Page û Sergey Brin pêşî navê "Backrub" lê kiribûn ku tê wateya "Xurandina piştê". Lê tu wateya xurandina piştê têde nîn e, ku 'Backrub' zêdetir bingeha xwe ji backlink digire ku di wateya malperek ku lînkê bide malperek din, pêre dîtina rûpelan û rêzkirina wan.
Kompaniyên wê
Google tenê nema, avakaran paşê Gmail, Google nexşe, Google Drive û Google Chrome jî ava kirin. Google wisa mezin bû piştî sala 2010'an hema hema her hefte kompaniyeke dikire û xwe mezintir dike.
Her çiqas bikarhêner zêde nizanibin jî konmaniyên wekî Android, Youtube, Waze û AdSence jî aîdê Google ne.
Buhaya Google
Wekî agahiyeke din: Larry û Sergey xwestin di sala 1999'an de Google bi mîlyon dolarekî bifroşin lê buha zêde hat dîtin, ligel ku buhaya wê daxistin jî kesî nekirî. Niha Google bi buhaya 300 mîlyar dolarî ye.