logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. Piştî maçê lîstikvanên Galatasaray û Fenerbahçeyê li nav sehayê pevçûn, polîs ketin sehayê
news-details

Dersên Rêzimana Kurdî PERSPEKTÎF

Perspektîf pirtûka dersên zimanê Kurdî (Kurmancî) ya ji bo qursên pêşketî ye û berhemeke perwerdeya mezinan e. Şagirt d

  • Dîrok: 04/07/2014
  • Beş: Nivîsênkarên Mêvan

Fergîn Melîk Aykoç

Perspektîf pirtûka dersên zimanê Kurdî (Kurmancî) ya ji bo qursên pêşketî ye û berhemeke perwerdeya  mezinan e. Şagirt dikanin di qursa sisyan de bi vê berhemê Kurdiya xwe di asteke bilind de li pêş bixin. Qursên bi vê pirtûka bên dayîn, di bingehê xwe de takabûlê normên ewropî yê ziman „C1“ dike. Ango yekê di qursa vê berhemê re derbaz be, dikane hîndekarî û wergerîyê jî bike. Ev berhema hêja bi hêla Înstîtûta Kurdî ji bo lêkolîn û zanist ya niha li Hagenê ye, hatiye weşandin. Ev pirtûka nav perspektîf bi destê mamosteyê hêja, xebatkêrê bê westan, perspektîfa kemilandina kesayetiyê, ciwanê heftêsalî Kekê Fevzî Ozmen hatiye amadekirin. Pirtûka perspektîf li ser kaxizê ji hevîrê yekem hatî çapkirin, bi tevahî rengîn e. Li gel wê; bi grafîk û tabeleyên bi pisporî hatiye dewlemendkirin, her beşê rêzmana Kurdî bi hêsanî dide fêrkirin.

Kekê Fevzî kedkarekî zimanê Kurdî ye. Li pey hezkiriyê zimanhezan rêzdar Jîr Dilovanê ku mîna navê xwe jîr, bi dil û can e, di nava kar û barê xizmeta ziman de krîza dil derbes kir, derfetên rêzdar Jîr nema (hê jî hêviya me heye ku ew rojekê vegere nava me), Kekê Fevzî bi dil û can ev  ala pîroz ya Jîr bilindkiribû, wergirt. Bi salan e ku ew bê westan, bê dijwariya salên xwe yên Pîrî qursên zimanê Kurdî bi rêve dibe. Ev berhem jî encama van qursan e. Ango berhema Perspektîf di pratîkê de jî hatiye ceribandin. Kekê Fevzî li gel vê erkê pîroz, redekteya gelek berhemên şehîdan jî wergirtiye.

Hêja Fevzî Ozmen di pêşgotina pirtûka Persprktîfê de li ser naveroka berhemê vê agahiya berfireh dide xwenêr û bikaranêran:  „Ev pirtûk ji neh waneyan pêk tê. Hemû hêmanên ziman yên wek, „navdêr, cînav, lêker, rengdêr, daçek, hoker û gihanek“ tê de ich digirin. Di waneyan de hemû hêman bi hev re tên meşandin. Li gel vegotinê rêzik û rêbazên rêzimanî, hemû mijar bi mînakên têr û tijî hatine dewlemendkirin, bi alîkariya mînakan û pêhîniyan jî mijar xurtir dibin. Di encama her waneyekê de, ji bo ku şagirt serwextir bibin, kurteazmûnek ich digire..

Perspektîf bi naverokeke tabeleyî ya bi rêk û pêk û rengîn dest pê dike. Li pey wê pêşgotineke berfirehiya bi agahiyên li ser amadekirina berhemê û bikaranîna wê cîh digire. Mamosteyê hêja navê kesayetiyên di amadekariya berhemê de bûnin alîkar wî jî, bi sipasiyên xwe bi bîr aniye. 

Hima li dûv wê  tabeleya peyv û serenavên kurtkirî heye. Rêzdar Fevzî agahiya giştî ya li ser ziman û komên zimanên cihanê jî ji bîr nekiriye, dabeşbûna wan li ser kom û zimanan bi tabeleyên girafîkî pêşkêşê me dike.

Berê waneyên dersê dest pê bike, careke din bi tabele û tîpên rengîn ABCeya zimanê Kurdî tîne bîra me. Pişt wan jî waneya yekem dest pê dike. Di dawiya  berhemê de jî hemû çavkaniyên ji bo vê xebatê sûd jê wergirtiye rêzkiriye.

Li ser beşên berhemê jî di pêşgotinê de vê agahiyê dide: „a) beşa waneyan: Rêziman, mînak û pêhînî. b) Bersivdanka pêhîniyan. c) Xwendin: Wêjeya Kurdî ya klasîk û nûjen. d) Tablo, ferhengokên têgînên rêzimanî û lêkeran.“

Waneyên dersê wiha avakiriye: Berê metna xwendinê tê dayîn. Di her metnê de demên kesandina lêkeran heye, ev tên şirovekirin û zelalkirin. Ji bo ku wane, yan jî metna hatî dayên bêt fêmkirin, gelek pêhînî hatine rêzkirin. Li pey wê cînavên di metnê de hatiye bikaranîn û erkên cinavan tê vekirin. Li pey wan jî hêmanên rêzimanê yên di metnêde hatine bicihkirin yek bi yek tên vekirin bi mînakat tê xurtkirin û şirovekirin. Di encamê de pirsên ji bo azmûnê hatine amadekirin.

Nasnameya berhemê:

Nav: Perspektîf (Dersên Rêzimana Kurdî (Kurmancî)

Amadekar: Fevzî Özmen

Berg: Zemînê bergê perspektîfê şîneke vekiriye, li jor koşê rastî navê niviskar di nava zerê kayî de hatiye nivisandin. Li pêş tirîjen rojê yên sor navê perspektîfê kesk  hatiye nivisandin. Li jêr jî remz û navê Înstîtûtê heye.

Weşan: Îstîtûta Kurdî ji bo lêkolîn û zanist

Çapa yekem: Nîsan 2013 Almanya; Berhem 450 rûpel e.  
Navnîşana xwestinê: Îstîtûta Kurdî Hagen û Mezopotamiya Verlag.


04.07.2014, Ozgur Polîtîka 
 


Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Nivîsênkarên Mêvan - Nivîsên Dawî
news
  • 01 01 2023

Hêzên Pêşmerge dê bibin yek?

news
  • 20 12 2022

Metnên ewilî yên kirmanckî

news
  • 08 12 2022

Serpêhatiyên Melê Meşûr

news
  • 24 11 2022

Mala Lîstikê ava

news
  • 10 11 2022

Kurd û perwerdehî

news
  • 17 10 2022

Saqoyê Mehmed Uzun û romana kurdî

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Belgefîlmîn Karabey li Rengahengê ne

ad

'Xwedê Jin e'

ad

Ji dîjîtalê dûr bikevin, berê xwe bidin mirovan

ad

Li Stenbolê alarma berfê, dibistan hatin betalkirin

ad

Çîrokên ji nav çîrokan 'Neban'

ad

Charles Spencer li ser xweşka xwe nivîsî 'Diana, Xwişka Min'

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname