Diyarname
Stranbêja bi navê Ariana Grande ligel xebatên xwe yên qada muzîkê dest avêtiye qadeke din: Parfuman derdixe û niha yek li wan zêde kir. Nav jî lê kir: "Xwedê Jin e"
Stranbêja 27 salî heta niha bi navên ‘Cloud’, ‘Sweet Like Candy’, ‘Ari’, ‘Moonlight’, ‘Thank U Next’ û ‘R.E.M’ pargum derxistin û niha yeka din derxist û navê "God Is a Woman" (Xwedê Jin e) lê kir. Berê şamsiye jî derxistibû û ev nav lê kiribû.
Hê nayê zanîn ku dê ve parfum bi bêhnek çawa be lê ji fotoyan diyar e dê ji bêhra zembeq an jî lewente be.
Wê du meh berê patenta "God Is a Woman by Ariana Grande" girtibû.