Diyarname
Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ku li dinyayê piştî Rusyayê herî zêde li doza kurdan mêze kiriye û Tirkiye mehkûm kiriye vê carê hilbijartineke li dar xist û serokek nû hilbijart.
Di encamê dengdayîna endamên dadgehê de Nicolas Bratza bû serokê DMME'yê. Serokê niha yê fransiz dadgeh Jean-Paul Costa ji ber temenê xwe (ku ji bo vê peywirê sînorê temenê 70'ê ye) malnişîn dibe û Bratzayê hatiye hilbijartin dê payîzê di meha sermawezê de dest bi karê xwe bike.