Dema cih Riha be, tav bi ser serê mirov de mirov bişewitî ne mirov dê bazde bin siyê. Bi awayekî xwe biparêze ji wê tavê. Ev rêbazeke xwe parastin û hênîkmayînê ye. Lê dema zarok bin ev yek diguhere. Dema zarok bin dê ne tav xema wan be, ne germ lê bi şertê ku av hebe. Û di kêliyeke wisa de ev co hatiye hawara van zarokan. Di bin wê germê de, bêyî germ di xema wan de be xwe bera nav coyê dane. Ev jî rêbazeke hênikbûnê ye.