Diyarname
Li hemberî zilma Abdulhamîd li Erziromê serhildan dest pê dike û dûre heta Selanîkê mezin dibe û Meşrûtiyeta 1908 derdikeve holê. Niha pêşangeheke bi navê “Yadîgar-i Hurriyet” vebû û di pêşangehê de bi kartpostal û madalyayên wê demê serdemeke radixin ber çavan.
Weşanên Bîr Zamanlar ji koleksiyona Orlando Carlo Calumeno kartpostal û madalya girtin û ew wekî pirtûk çap kirin. Di heman demê de ew di pêşangehekê de jî bi cih kirin. Pêşangeha ku li Depoya Titûnê ya li Tophaneya Stenbolê vebû de dîmenên li ser şoreşa 1908’an derketine pêşberî temaşevanan. Edîtoriya pêşangeh û pirtûkê Osman Koker kiriye.
Koker dide zanîn ku li hemberî desthilatdariya zordar a Abdulhamîd reaksiyon bilind bûn û pêre şoreşeke çêbû û wiha didomîne: “Pêşî li Erziromê em serîhildanê dibînin, li hemberî bacê serhildan çêdibe, dûre bajar bi bajar bilind dibe di sala 1907’an de li Taşra (Rojhilat) yê. Li Rojava jî li cihên girîng ên Osmanî wekî Selanîk, Monastir, rum, arnawûd, bulgar derdikevin çiyê, azadiyê dixwazin. Û ji artêşa Osmanî jî beşdarî ji bo wan çê dibe, êdî pergal dixitime. Abdulhamîd mecbûr dimîne zagona bingehîn dixe dewreyê, zagonên zordar ji holê radike.” Mirov van di pêşangehê de bi zimanên rumî, ermenkî, fransizî, osmanî dibîne.
Pêşangeh di 24’ê tîrmehê de vedibe ku sedsaliya Ragihandina Zagona Bingehîn a 1908 e. Di pêşangehê de wêneyên ji gelên cihê ên di kartpostalan de hene; ji ermen, rum, arnawûd... He wiha di meclisa wê demê de jî ev hene. Em dixwazinr Osman Koker meclisa wê demê û ya niha bide ber hev, ew wisa dibêje: “Dema em meclisa 1908’an û ya niha bidin berhev, di nasnameya kesan ên meclis ji wan pêk tê cudabûneke heye. Di meclisawê demê de ermen hene, rum hene, ereb, arnawûd hene. Kurd jî hene lê wê demê kurd nasnameya xwe zêde dernaxin pêş. Tenê ji cihên ku kurd lê zêde ne nûnerên wan tê. Mînak mebûsê kurd ê ji Dêrsimê heye, bi nasnameya xwe hatiye nasîn... Her wiha di warê qelîteyê de jî ferqeke heye wê demê. Ji ber ku wekî niha zêde partî nîn bûn bi awayekî ji dil, beyî biryara komê bê girtin her tişt tê nîqaşkirin. Wisa sê çar berdewam dike. Dûre ji nav
şoreşê koma Îttîhatê dîktatoriya xwe saz dikin, ew biratiya gelan li paş dimîne. Lê şoreşa 1908’an tişteke wekî kevneşopî hişt ew jî ev e ku kevneşopiya zagona bingehîn danî. Niha jî dema hûn dinêrin, mesela derbe çêdibe, lê pişt re di cih de zagon tê çêkirin. Ev kevneşopî ji wê demê ma.”
Ji bo yên eleqedaran:
Pêşahgeha Yadigar-i Hurriyet, 24- tîrmeh – 3 gelawêj.
Navnîşan: Tutun Deposu, Luleci Hendek Cad. No: 12 Tophane, Îstanbul
Pêşangeh her roj di navbera saetên; 11.00- 19.00’an de vekiriye.
***
Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe û nivîsên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe û nivîsên Diyarnameyê qedexe ye.


