Diyarname
Heta niha me dîtibû lîstikvanan li hev xistiye yan li hakêm xistiye lê me nedîtibû ku hakêmek lîstikvanekî kuştibe.
Li Brezîlyayê, li bajarê Barreira ya eyaleta Ceara du tîmên bi navê Cajueiro û Boa-Fe bi hev re maç dilîstin. Her du jî di koma amator de ne. Heta vê derê her tişt normal e. Piştî demekê hakêmê maçê Francisco Chaves li nêzî sehaya Boa-Fe biryara faûlekê ji bo Cajueiro da.
Ji tîma Boa-Fe lîstikvanê bi navê Francisco da Silva biryara hakêm neeciband û bi pehînan li hakêm da; pevçûn derket. Birê Silav yê bi navê Jose Da Silva ji bo alî birê xwe bike ket nav pevçûnê. Di vê navberê de hakêm Chaves kêr li singê Jose Da Silva da û ew mir. Francisco da Silva ku birîndar bû rakirin nexweşxaneyê. Di vê navberê de hakêm reviya.
Ji ber ku maçeke amator bû li sehayê hêzên ewlekariyê nîn bûn û kesî jî hakêm pê negirt.