ZAXO
Li nêzî sînorê Rabîa yê di navbera rojava û başûrê Kurdistanê de du teqîn pêk hatin û pêşmergeyekî jiyana xwe ji dest da; 2 jî birîndar bûn. Her wiha Artîşa Iraqê li herêma Xaneqînê êrîşeke hewayî li hemberî konvoya ku pêşmerge dibirin pêk anî û têde 6 pêşmergeyan jiyana xwe ji dest da, 20 jî birîndar bûn.
Li ser sînor du teqîn çêbûn
Li gorî PUKmediaya Buroya Çapemeniya YNK’ê, berpirsê tenduristiyê yê Zaxoyê Dr. Qerenî Saîd da diyar kir ku îro li gundê Sinnî yê nêzî Rabîayê 2 teqîn çêbûne. Di teqînan de ku pêşmergeyekî bi navê Rêzan Elî Mihemed (32 salî) jiyana xwe ji dest daye, 2 jî birîndar bûne.
Derisyê sînor yê Rabîa li pêşberî Deriyê Til Koçer yê Rojavayê Kurdistanê ye. Deriyê Rabîa, piştî ku çeteyên DAIŞ’ê 10’ê pûşperê Mûsil bi dest xistin dest ket bin destê YPG û pêşmergeyan.
Artêşa Iraqê êrîşa hewayî pêk anî
Ajansa nûçeyan a fransiz AFP ji çavkaniyên nexweşxaneyek agahî girtin û da zanîn ku li herêma Xaneqîn Artêşa Iraqê konvoyeke pêşmergeyan bombebaran kiriye û têde 6 pêşmergeyan jiyana xwe ji dest daye, 20 jî birîndar bûne. Nehat zanîn ku hedef pêşmerge bûne yan bi şaşî êrîşeke wisa pêkhatiye.
Li gor çavkaniyên herêmî êrîş li nêzî bajaroka Celewle ku girêdayî Xaneqîn e pêk hatiye.
Herêma Xaneqîn û Celewle girêdayî Kurdistanê ne, lê bi awayekî fermî ne girêdayî herêma Kurdistanê ne û wekî "herêmên nîqaşê" têne binavkirin. DAIŞ'ê di 10'ê pûşperê de dema êrîşê Misûlê û wan derdoran kir û ew de dagir kir, ev herêm bi temamî ket bin destê pêşmergeyan. Her wiha pêşmergeyan li Kerkûk û herêmên din jî ewlehiya wir girtibû ser milên xwe.