Åžengul Ogur
Ku mirov bala xwe bide ancamnameya konfaransa duyemîn a TZP ku di 27-28'ê gelawêjê de pêk hat, mirov dibîne ku çareseriya pirsgirêka kurdî di dewletê de hatiye dîtin. Lewra mirov li xalên ku ji raya giÅŸtî re hatine eÅŸkere kirin binêre, di her ÅŸeÅŸ xalên pêÅŸîn de ev îbare derbas dibe: "Lewra delegasyona konferansê bang li dewletê kir..."
Di xala heftan de behsa mîtîngekê ku li Batmanê dê bê kirin dike.
Xala heÅŸtan de behsa piÅŸtgirî dayîna li vê mîtînga ku dê bê kirin dike.
Xala nehan de jî bang li hikumeta herêma baÅŸûr tê kirin ku zaravayên din jî bikin fermî.
Em baÅŸ dizanin ku her ÅŸeÅŸ xalên pêÅŸîn ku tê de bang li dewletê hatiye kirin dê çareseriyekê ji zimanê kurdî neyne. Ji bo vê jî em tu hêviyên xwe bi van xalan ve girê nedin û li ser xalên heft û heÅŸtan bisekinin. Gelo xalên heft û heÅŸtan dê çareseriyekê bînin an na?
Ku mirov bala xwe baÅŸ bide xala heft û heÅŸtan, yanî biryara li darxistina mîtînga ku li Batmanê dê bê lidarxistin û piÅŸtgirîdayina sazî û civaka kurd mirov dibîne ku ev jî,"bang li dewletê kirin e". Di qadan de, bi devê deh hezaran bang li dewletê kirine ji bo çareseriya pirsgirêka zimanê kurdî. Û ev jî biya min dê çareseriyê pêk neyne. Lewma;
Yek, ji dewletan ziman nayê xwestin.
Didu, dê dewlet dê guh nedê vî dengî.
A sisiyan jî ziman li qadan nayê xwestin. Û bi sloganan jî nayê bidestxistin.
Ziman li pirtûkxaneyan tê xwestin û axaftin, xwendin û nivîsandinê tê bidestxistin. Ziman ne ew tiÅŸt e ku mirov bê li qadekê li hev kom bibe û piÅŸtî diruÅŸmeyên, "Êdî bes e em zimanê xwe dixwazin" bilindkirinê dest bi axaftina zimanê din kirin e û zimanê xwe di nav toz û ecacoka mîtîngê de hiÅŸtine.
Di 10.06.2008'an de li Geverê mîtînga, "Edî bes e, em zimanê xwe dixwazin" hate lidarxistin. Gelo wê rojê, li Geverê çend rojnameyên kurdî hatin kirîn, çend kovar û pirtûkên bi zimanê kurdî hatin kirîn.
Ji wê rojê hetanî vê roja li Geverê di firotina rojnamema, kovar û pirtûkên kurdî de guherînek ber bi çav a ber bi baÅŸbûnê ve çêbû ye?
Ger çênebûbe li ÅŸûna di mîtîngan de ziman xwestinê û vê xwestinê ji dewletê kirinê em bi hezaran bi mîlyonan kovar û pirtûkan bê perê bidin vî gelê ku dibêje em zimanê xwe dixwazin ne baÅŸtir e?
Ger ku hûn bibêjin, "tu ji ciyê têr diaxive!" ma bi rastî jî sazî û dezgehên me yên ku bi sedhezaran kovar û pirtûkên bi kurdî bikirin û bê pere li gel belav bikin tune ne?
Ma ÅŸaredariyên me nikarin bikevin piÅŸt vî barî ?
Ma qedexe ye ev kirin?
Ger ku em xwedî li xwe dernekevin, ger em bang li xwe nekin, ger ku em banga hev nebihîzin ma ew dê çawa bibihîzin û çareseriyekê bibînin?
Wekî encam: Dive em piÅŸta xwe bi xwe bixurînin.
***
Nivîsa li ser encamnameya TZPKurdî: TZPKurdî ji bo ziman li Batmanê mîtîngê li dar dixe
***
Nivîsên Åžengul Ogur ên ku di Diyarnameyê de hatine weÅŸandin:
- Feqiyê ku bi Cizîrî re hevaltî kir kîjan Feqiyê Teyran e?
- Gelo jidayikbûna Cizîrî ne sed sal berê be?!