NAVENDA NÛÇEYAN
Beşîr Ebdulmecîd Mûsa ku li bajarê Tirbespiyê xwest ku êrîşa bombeyî pêk bîne, lê bombe di destê hevalê wî de teqiya û ew jî ji aliyê Asayîşê ve hate girtin, kiryarên xwe vegotin. Mûsa di îfadeya xwe de derbarê planên li ser Rojava yên Partiya Demokrata Kurdistanê li Suriyê (PDKS) ku demek beriya niha li Başûrê Kurdistanê hate avakirin de jî tiştên balkêş gotin.
Beşîr Ebdulmecid Mûsa, di sala 1993'yan de li gundê Girê Pirê yê girêdayî Tirbespiyê hatiye dinê. Ji ber rewşa madî heta sefa 9'an xwendiye. Demekê avdanî kiriye, di sala 2010'an de bi riya Kesê bi navê Ednan Şêxmûs ketiya nava El Partiyê. Mûsa di 9'ê gulana 2014'an de li bajarê Tirbespiyê yê Kantona Cizîrê, bi hevalbendekî xwe re hewl da ku êrîşa bombeyî pêk bîne. Lê dema bombe hazir dikirin, di destê hevalê wî de teqiya. Ew jî dema xwest bireve, ji aliyê asayîşê ve hate girtin.
Ajansa Nûçeyan a Hawar (ANHA) xwe gihand îfadeyên Mûsa yên lêpirsînê.
Mûsa di îfadeya xwe tevlîbûna xwe ya El Partî (Ebdulhekîm Beşar) bi van gotinan vegot: "Serlêdana min ji aliyê Ednan Şêxmûs ve hate qebûlkirin. Me 9 mehan bi awayekî veşartî kar kir."
Mûsa diyar kir ku pişte re vegeriyaye malê, lê piştre rayedarên partiyê bang li wî kirin û gotine ku dê biçe perwerdeya kadroyên siyasî û wiha dom kir: "Li ser vê yekê ez çûm Girkê Legê û ji aliyê kesê bi navê Salih Cemîl Ebû Alan ve hatim pêşwazîkirin. Em ji vir li otobusan siwar kirin û birin Başûrê Kurdistanê."
Ebdulmecîd Mûsa destnîşan kir ku kesê ji çûna wan berpirsyar endamê rêveberiya navendî Îsmaîl Şeref bûye û wiha dom kir: "Em di riya Sihêla (gundê li Başûrê Kurdistanê li hemberî gundê Girê Sor ê Dêrikê yê Rojava). Wê demê herî jî bû. Ji me re got ku dê li wî alî wesayît bên pêşiya me û me bibin."
2 meh û nîvan perwerde dît
Mûsa, got ku li Başûrê Kurdistanê di navbera Zaxo û Duhokê de 2 meh û nîvan perwerde dîtine û wiha pêde çû: "Li wir yên rêveberiya perwerdeyê dikirin 3 kes bûn. Yê berpirsyar kesê bi navê Arîn ku navê wî yê rast Mistefa Şefîq bû. Yên din jî Cewad ku paşnavê wî nayê bîra min û Mehemed Kerîm bû. Kerîm berpirsyarê çapemeniyê bû."
'Ebdulhekîm Beşar û Seîd Umer dihatin'
Mûsa bal kişand ku ji bilî berpirsyarên perwerdeyê rêveberên El Partî jî dihatin cihê perwerdeyê û wiha got: "Bi taybetî Ebdulhekîm Beşar û Seîd Umer gelekî dihatin wir. Piştî perwerdeyê şahiya temamkirina dewreyê dan. Bawername jî belav kirin. Piştre 2 hezar dolar dan me."
Derketin pêşberî Nêçîrvan û Mesûd Barzanî
Mûsa bal kişand ku piştî bidawîbûna perwerdeyê koma wan a perwerdeyê cuda cuda derketine pêşberî Serokê Herêma Başûrê Kurdistanê Mesûd Barzanî û serokwezîrê Herêmê Nêçîrvan Barzanî û ev tişt gotin: "Em wekî kom derketin pêşberî herduyan. Piştre Seîd Umer ez birim cem kesê bi navê Dilşad Mizûrî. Ew jî endamê îstixbarê bû û girêdayî buroya serokê îstîxbaratê bû."
'Îstîxbaratê perspektîf da min'
Mûsa anî ziman ku Mizûrî ew biriye cihekî din û wiha got: "Çênedibû ku em hersê bi hev re rûnin, lewma Mizûrî ez xistim tirimpêlê û piştî demekê li kolanan geriyan, em çûn navenda bazirganiyê Tablo Mol. Em demekê bi hev re rûniştin. Piştre Seîd Umer jî hat û hinekê rûnişt. Piştre ew çû, lê em hinekî din rûniştin. Mizûrî perspektîf dan min da ku ez wekî çavekî di nava El Partiyê de îstîxbarat bim. Ji min xwest ku nakokiyên di nava partiyê de, di nava serok û avasaziya wê de, her wiha hêviyên partiyê fêr bibim. Her wiha gelek tiştên din jî gotin min û dawiyê jî 300 hezar dînar ku ev jî dibû 300 dolar wekî diyarî dan min."
'Me li gundan kar kir û bi riya telefona Tirkiyê agahî dan Mizûrî'
Mûsa anî ziman ku piştî vê hevdîtinê vegeriyaye gundê xwe Girê Pirê yê li Rojava û li gundan dest bi kar kiriye û wiha pêde çû: "Me li gundan dest bi rêxistinkirin kir û civîn çêkirin. Çi agahiyek ku min kom kiribe jî bi riya telefona Tirkiyê min dan Dilşad Mizûrî. Her wiha di nava partiyê de çi çêbibe min radigihandin."
Hewldanên ketina nava YPG’ê û Asayîşê'
Mûsa diyar kir ku wan hewl daye bikevin nava PYD û saziyên parastinê û wiha dom kir: "Ez çûm cem endamê partiyê Xelîl Hisên Hemdî. Li wir kesekî din ê bi navê Remezan hebû. Em dan nasandin û got ku ew pêşeng e. Em li ser meseleyên siyasî û civakî axivîn. Dema rabû min ji Xelîl pirsî ka ev çi kes e. Wî jî got 'ev di nava PYD, YPG, Asayîşê de diçe û tê. Pisporê ceryanê ye, têkiliyên me ji kevin ve hene.' Wê demê me xwest wî jî bikar bînin. Li ser vê yekê min agahî dan Dilşad Mizûrî. Ji min re got 'di warê dosyayan de feyde ji wî bigirin'. Ev bi riya telefonê ji min re gotin. Piştre me ji Remezan Mehemed Hesen re got. Destpêkê hinekî xwe sist kir, lê piştî xezt û zora nêzî 15 rojan, ji me re dosyayek ji Asayîşê derxist. Ew ya beriya ku heval bikevin Tirbespiyê û rizgar bikin û girêdayî Baasê bû. Di nav de navên sîxurên hikûmeta Baas ên di nava kurdan de hebûn."
'Agahiyên navendên leşkerî û siyasî ji min xwestin'
Mûsa anî ziman ku wî dosya biriye Hewlêrê û rasdestî Dilşad Mizûrî kiriye û wiha axivî: "Ji min re got 'tiştekî baş e, lê têrî nake. Tiştên din ji me re lazim in. Heykelê rêxistinî yê PYD'ê, çend saziyên girêdayî wê hene, her saziyek ji aliyê kê ve tê birêvebirin, şêwaza rêveberiyê çi ye, navendên leşkerî, her yek li ku derê ye, çend tabûr in, li van navendan çend çek hene, xalên leşkerî bêne tespîtkirin. Her wiha navên kesên ku rêveberiya Tirbespiyê'. Ev ji min xwestin."
'Ji bo ku wêne û deng bêne girtin telefonek dan me'
Pişt van perspektîfan, Mûsa got ku dîsa vegeriyaye Rojava û dest bi komkirina agahiyan kiriye û wiha dom kir: "Me gelekî hewl da ku heykelê rêxistinî zanibin. Zehmet bû, lê Ciwanên Şoreşger, YPG, Asayîş, Mala Gel, Mala Jinê, ev saziyên wê bû. Piştre me xwest ku navan kom bikin. Me dîsa Remezan jî da xebitandin ku ji me re dosyayên ku Mizûrî xwestibûn û têkiliyên PYD û rêjîmê, têkiliyên bi dewletên herêmî û navnetewî re nîşan didin peyda bike. Remezan got ku divê pere hebin ku van karan pêk bîne. Me ji Mizûrî re got, ji me re got 'ne mesele ye, dema tu hatî Başûrê Kurdistanê em ê telefoneke Galaxî bidin Remezan. Ev dê telefona kesane ya wî be, lê bila bi wê telefonê wêneyên civîn, axaftin, xebatên wan bikişîne û tu jî ji min re bîne.
Mizûrî xwest ku rêveberên Tirbespiyê bêne suîkastkirin
Mûsa, got ku wan karê komkirina agahiyan dom kir, lê Mizûrî ji wan navên rêveberiya Tirbespiyê xwestine û ev agahî dan: "Li ser vê yekê Remezan 4 nav dan min, min jî dan Mizûrî. Ji me re got ku divê ev 4 kes bêne suîkastkirin. Lê em li benda fermanê bûn. Diviyabû ku ez beriya wê biçûma Başûrê Kurdistanê ka dê suîkast çawa çêbibe, bi kîjan çekan bê pêkanîn."
'Me ji bo teqînan amadekarî kir'
Mûsa diyar kir ku ji bilî vê yekê navendên PYD û YPG'ê jî tespît kirine û li se vê mijarê jî ev agahî dan: "Min û Remezan li ser nexşeyê li nava Tirbesipiyê 3 tabûrên leşkerî tespît kirin. 2 yên YPG'ê yek jî ya YPJ'ê bû. Me ev agahî dan aliyê din jî. Piştre jî me dest bi amadekariyên teqînên di nava van tabûran de kir. Her wiha li ser navendên Asayîşê jî amadekariyên teqînan hatin kirin. Ji bilî 3 navendên leşkerî, navendek çekan a YPG'ê li Girê Sor jî hate tespîtkirin. Me dê di nava van de yek bi yek teqîn çêkiribana. Li ser vê li ser her bendeke kontrolê lêkolîn kir ka çend kes têde ne, em ê çawa derbas bikin û di hundir de teqînê çêbikin."
'Teqînê li ser navê PYD'ê di nava ereban de çêkin da ku em destwerdanê bikin'
Mûsa got ku wî û Remezan amadekariyên teqînê kirine û wiha got: "Bi pereyan ev kar hate kirin. Xebera tu kesî pê nebû. Tenê M. Emîn Ebbas hebû, ew jî wî ferman da, lê ku esasî ferman daye Dilşad Mizûrî bû. Yê ku got 'bila bi teqînin' Mizûrî bû, lê got, 'bila têkiliya min rasterast pê nebe, navê partiyê jî neyê ser. Bila bi navê PYD'ê û di nava ereban de be.' Bêguman hedefeke siyasî hebû. Mizûrî bi riya telefonê ji min re got, 'PYD bi rêjîmê re ye, lê îdîa dike ku ereban diparêz e. Ger ku teqîn di nava ereban de çêbibe, dê navbera wan û rêjîmê xira bibe û rêjîm destwerdana Kurdistanê bike. Wê demê em ê jî destwerdanê bikin'."
'Bombe teqiya ez reviyam'
Mûsa amadekariyên teqîna dawî ku dê pêk bi anîna lê bombeya wan di destê wan de teqiya jî wiha vegot: " Min û Remezan amadekarî kirin. Ev teqîn wê di navbera 9.30 û 10.00'an de, li taxa Sewra li hemberî benzînxaneyê pêk bihata. Remezan bombe bir û got ku batariyek gerek e. Min jî got, 'ez ê batariya motora xwe bidim te. Tu li mala xwe hazir bike û bîne. Ez û tu em ê li motor siwar bibin û biçin. Piştre em ê vegerin mala me û li benda teqînê bin.' Remezan got 'na mala te nêzîktir e, di nava taxa Sewra de ye, em li wir amade bikin.' Li malê hevsera min û birayê min hebûn. Min ew birin mala kurmamê xwe Elî Îbrahîm Mûsa. Beriya wê demê jî Dilşad Mizûrî gotibû ku Remezan nizane teqînê pêk bîne, bila were Başûrê Kurdistanê û perwerdeyê bibîne. Lê Remezan got ku ew pispor e û dikare pêk bîne. Dîsa jî baweriya min pê nehat, ez derketim, tenê li benda telefonê bûm ku amade bike û em bi motorê biçin, ew jî li pişt min siwar bibe û biçin da ku teqînê pêk bînin. Lê dema ez nêzî malê bûm, dema gihîştim ber deriyê cîranê me Hesen, teqîn çêbû. Êdî ez jî reviyam, lê Asayîşê ez girtim."
Hewldanên suîkast
Li ser suîkastan jî kiryarên xwe wiha vegotin: "Me 4 nav dabûn Başûrê Kurdistanê. Wan ferman dan ku suîkast çêbibe. Remezan got ku ew ê çêbike, lê got ku ez jî hevkarê wî bim. Xelîl jî hebû, lê wî xwe da aliyekê. Remezan çek xwetin. Qarnasek û 2 demanceyên ku amûrên bêdengkirinê li ser hene. Me ji Dilşad Mizûrî xwestin, wî jî got, 'Ne nexem e, ger ku zanibe, em ê bidin, nezane jî bila were em ê perwerdeya wê û teqinan bidinê.' Lê Remezan got ku ew dizane bikar bîne. Du roj beriya teqînê ez ê biçûma Başûrê Kurdistanê û min ê çek û pere binanîna. Lê çênebû. Ez û Remezan bi hev re axivîn û me got em teqînê pêk bînin. Em li Mizûrî geriyan, got 'bi teqînin'. Lê neçû serî û Remezan hate kuştin."
'Li Rojava komikên veşartî ava kirin'
Mûsa destnîşan kir ku piştî perwerdeyên li Başûr, kesên vegeriyane Rojava komikên veşartî avakirine û wiha goti: "Piştî ez di sala 2010'an de tevlî partiyê bû, qedexebû ku tu bi pirsî ka rêveber kî ne. Piştî perwerdeya kadroyên siyasî em vegeriyan. ji min xwestin ku ez li Tirbesipiyê, Girkê Legê û Çilaxa ji wan re agahiyan kom bikin. Têkiliya min bi Mehemed Emîn Ebbas re hebû. Telefona xwe ya mobil û ya erdê da min, têkiliya min bi wî re gelekî xurt bû. Piştî şêwirîna ji min re digot ka ez ê çi bikim. Ji min dixwest ku civînek an jî tiştekî din çêbibe, ez sûret an jî deng bigirin û bişînin. Lê tiştekî wisa çênebû. Di mijara teqînê de min bi riya telefona Tirkiyê agahî danê û got ku em bikin an na. Wî jî got bila têkiliya te pê nebe û li ser navê partiyê nebe, lê dîsa ez ê bi rêveberiyê re bişêwirim û agahî bidim te. Piştî 2 rojan dîsa bi telefona Tirkiyê geriya û got 'ez bi hevalan re axivîme' û navê ji wan ên bi navê Îsmaîl Şeref û Feysel Lehso dan min ku wan jî erê kiriye.
Ji bilî kadroyên siyasî, kadroyên leşkerî jî hebûn û El Partî ya Ebdulhekîm Beşar pê re mujil dibû. Li Başûrê Kurdistanê perwerde dihatin dayîn. Piştî ji perwerdeyê vedigeriyan, li vir komikên veşartî yên razayî çêdikirin. Ji herêma Tirbespiyê kesê yekemîn ku çûye perwerdeya leşkerî ya li Başûrê Kurdistanê kesê bi navê Feysel Neqîb bû. Piştre hatin li hinek gundan komikên veşartî çêkirin. Her wiha têkiliya wî bi Mehemed Emîn re jî hebû. Endamê beşa leşkerî bû. Mehemed Emîn Ebbas jî endamê rêveberiya navendî ya El Partî ye. Têkiliyên di navbera wan de xurt bûn, bi hev re kar dikirin. Min vê dema dawî Feysal Neqîb bir Başûrê Kurdistanê cem Dilşad Mizûrî û em nas kir. Ew jî ket xeta îstîxbaratê û têkiliyên min û wî jî xurt bûn. Lê wê derê jî, ji min re got ku têkiliya wî û Mihemed Emîn Ebbas xurt e."
'Kesên ji PKK'ê reviyan jî hebûn'
Mûsa anî ziman ku têkilî wî bi kesê bi navê Hisên Yehya El Elî bavê Lawîn re jî xurt bûye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Carekê ez çûm mala wî, wê demê telefonek jêre hat û em çûn mala kesekî bi navê Mistefa Ferho. Li wir hinek gundî jî hebûn, piştre min jê pirsî ka ev kî ye. Ji min re got 'ev berê di nava PKK'ê de bû û kadroyekî Arîn e.' Min got 'ez Arîn nas dikim'. Piştre wî bi xwe got ku navê wî Mistefa Ferho ye, navê wî yê di nava tevgerê de Dîlawer bûye. Got ku Mistefa Şefîq ku nasnavê wî yê di nava PKK'ê de jî Arîn bû, berpirsyarê wî yê di nava PKK'ê de bûye. Got ku niha li Qamişlo rûdine. Piştre min ji Bavê Lawîn re got ku ez ê wî bikim leşker, lê Bavê Lawîn got 'qîma min nayê, ji min re dixebite, ez nahêlim tu têkilî bibî.' Piştre min ji Mizûrî re got, 'kesekî wiha heye û bi Arîn re di nava PKK'ê de maye'. Ji min xwest ku ez navê wî yê temamî (nav, bav û kalik) bibin. Min jî nav ji Bavê Lawîn stand û şand. Lê wî jî şert danî ku hevsera wî ya li Hewlêrê bikeve nava Yekîtiya Siyasî ya ku dê çêbibe. Her wiha ji bo partiya nû (PKDS) jî. Lê hîn çênebûye. Her wiha Bavê Lawîn xwest ku ez bêjim Mizûrî wî bike fermandarekî îstîxbaratî yê pêşmergeyan. Min jî ev hemû ji Dilşad re gotin û got 'ne xem e, çi ji te re dibêje ji min re ragihîne."
Li Hewlêrê perwerdeya siyasî
Mûsa got ku wan li Hewlêrê perwerdeya siyasî jî dîtiye û wiha pêde çû: "Perwerdeya me ya kadroyên siyasî li Hewlêrê li ser riya Kerkûrê li rex Otêla Welat bû. Li wir îstasyonek dihat çêkirin, lê nav lê nekiribûn. Li cihê berê yê rojnameya Xebat bû. Em çûn kongreya Yekîtiya Ciwanên Xwendevanên Demokrat ên Rojava, ew jî li ser riya Kerkûkê bû. Gelek ders dihatin dayîn.
Berpirsiyarê Buroya Têkliyan a El Partî ya Hewlêrê Seyîd Umer dihat. Carekê berpirsekî leşkerî yê bi navê Ezîz Weysî hat. Gotin ev kadroyê wan ê temam e. Behsa serkeftinên xwe dikirin û gotin ku hejmara leşkerên Malîkî 170 hezar e, lê yên wan 190 hezar e. Di perwerdeya siyasî de 3 rojan perwerdeya leşkerî jî hate dayîn. Me li ser kelaşnîkof û demanceyên Glock ceribandin jî kir."
'Me xwest ku Asayîş destwerdanê bike'
Mûsa, da zanîn ku piştre vegeriyane Rojava ku li vir jî konferansên xwendekaran çêbikin û wiha got: "Li Çilaxa û Girkê Legê konferans çêbûn. Dema dor hate Tirbespiyê, gotin 'wisa bikin ku PYD destwerdanê bike, piştre em ê bêjin nahêlin xwendekar jî konferansê bikin û dê navê rêxistina xwendekaran derkeve. Rûdaw û Zagros bikin rojav.' Min ev ji Remezan xwest ku Asayîşê bîne ser konferansê, lê nekarî pêk bîne. Mehemed Emîn Ebbas ji kongreya PDKS'ê vegeriya bû, ez û hevsera xwe çûn cem. Got tiştên di xurçika me de jî hene. Niha Siûd Melle û yên din li wir in, lê li vir Malbatên Şehîdan gilîya wan kiriye. Ger ku hatin û hatin girtin, em ê xwepêşandanan bikin û tevlîheviyê bikin."
***
Têbiniya Diyarnameyê: Ev îdîayên gelek mezin in ku hatine kirin. Her wiha ku navê Barzaniyan jî têde derbas dibe. Vê nûçeyê bêyî em dest bidin em diweşînin; li ser vê tu daxuyanî bên emê wan jî biweşînin.