Diyarname
Li Qoserê bi navê "Kadîn" pirtûkfiroşek vebû. Di "Kadîn"ê de pirtûkên bi kurdî li benda we ne.
Di serdema ku cihên pirtûkfiroşên biçûk têk diçin û şîrketên mezin dest davêjin vî karî, li Qosera Mêrdînê sê heval hatin ba hev û ji bo pirtûkên bi kurdî ciheke vekirin. Navê wê derê jî danîn "Kadîn".
"Kadîn", bi sedî sed kurdî ketiye rê û tenê pirtûk û kovarên bi kurdî difroşe. Ew dike ku li navçeyê bibe navenda xwegihandina weşanên bi kurdî û van weşanan ragihîne xwendevanên kurdî.
Ji bo kesên eleqedar navnîşan û telefona Kadînê: Tepebaşi Mah. 614. sok. Boran apt altı No:23 Tel: 0506 929 44 93