AGIRÎ
Şaredariya Bazîdê ya Agirî ji bo zêdetir jinan tevli qada civakî bike ji Ji Bo Jinan Roja Fîlman da destpêkirin.
Şaredariya Bazîdê ya Agirî, bi boneya jinan bêtir beşdarî qada civakî bike û şêwirmendiya di navbera jinan de xurt bike rojên fîlman da destpêkirin.
Roja fîlman şeva din bi fîlmê "Meş" dest pê kir. Fîlmê "Meş" ya ji bo jinan hate nîşandan, li Cilşoxaneyê ya Şaredariya Bazîdê hat nîşandayîn.
Cîgira Şaredara Bazîdê Tabibe Înan, berpirsiyara Cilşoxaneyê Sultan Tekbaran, endamên Seclisa Şaredariyê yên jin û gelek jinên din beşdarî nîşandayîna fîlm bûn.
Berî nîşandayînê, Sultan Tekbaran diyar kir ku ew armanc dikin ku bêtir jinan bikşînin nava civakê û piştevanî û şêwirmendiya jinan xurt bikin. Tekbaran, got ku ev çalakiyên bi vî rengî gelek girîng in û diyar kir ku ew ê her hefteyê rojekê, roja carşemê fîlman nîşan bidin.