Diyarname
Piştî kuştina Serokê Baroya Amedê vê carê gule bera odeya serketer û rêveberên baroyên jî dan.
Serokê Baroya Amedê Tahir Elçî li ber lingên Minareya Çarling a li Sûra Amedê hat kuştin (28.11.2015). Bi ser kuştina Elçî re zêde dem derbas nebû vê carê gule li camên ofîsa endamê Lijneya Rêveberiyê yê Baroya Amedê Velat Alan dan (24.12.2015) ku ofîlsli plazayekê bû. Dema ku Elçî hatibû kuştin Alan jî ligel Elçî di çalakiya xwendina daxuyaniyê de bû. Mesele bi vê xilas nebû, vê carê gule bera ofîsa Serketerê Baroyê dan (04.01.2016). Îro kes, an hin kesan gule bera ofîsa Serketerê Giştî yê Baroyê Abdullah Çager dane ku ofîsa wî li Yenîşehîra Amedê ye. Nehat diyar kirin ku gule ji ku hatiye lê meziniya gule bi 7.62 bûye û piştî cam şikandiye ketiye nav şaneşînê. Polîs ji bo lêkolînê hatin û gule birin.
Dema gule avêtine ofîsê Çager ne li ofîsê bûye û xebatkarên ofîsê xeber dane polîsan. Di dema daxuyaniyê de Çager jî li cem Elçî bûye. Piştî kuştina Elçî parêzer Çager jî beşdarî du lêkolînên cihê bûyerê bû.
Baro diyar dike ku di 12 rojan de du caran êrîşê endamên lijneya rêveberî hatiye kirin divê bi hûrbînî li ser meseleyê lêkolîn bê kirin.x