Li Swêdê xelk dest ji dêran ber dide
Diyarname
Televîzyona dewletê ya Swêdê "SVT" nûçeyeke weþand û got ku di 10 salên dawî de mîlyonek kesî endamtiya xwe ya dêrê betal kirine.
Serokê Konseya Dêrê yê Swêdê Borje Holgersson got ku di 10 salên d awî de bi awayekî cidî endamên dêrê kêm bûne, ji ber vê yekê jî dêr ketine nava qeyrana aborî û di encamê de mecbûr mane ku gelek avahiyên dêran bifroþin.
Serjimariya Swêdê li dor 10 mîlyon kesî ye. Di nav ew qas kesî de di deh salên dawî de vekiþîna mîlyonek kesî ji dêran hejmareke gelek mezin e.