Vîdeoyek:
___Cemil Oguz___
42'yemîn Fûara Pirtûkan a Stenbolê dawiya vê hefteyê, 13'yê mehê deriyên xwe vedike. 5 weşanxaneyên kurdan wê li fûarê standê vekin.
1000 WEŞANXANE Û SAZIYÊN SIVÎL
Fûara Pirtûkan a Stenbolê ku ji aliyê TUYAP'ê ve tê organîzekirin îsal 13'yê mehê dest pê dike û heta 21'ê mehê dê vekirî be.
Di fûarê de ji Tirkiye û derveyî Tirkiyeyê nêzî 1000 weşanxane û saziyên sivîl dê standê vekin. Li gor 400 çalakiyên çandî û bi ser 2000'î de jî nivîskar dê pirtûkên xwe îmze bikin.
MÊVANÊ RÛMETÊ MURATHAN MUNGAN E
Fûarê îsal wekî Mêvanê Rûmetê navê nivîskar Murathan Mungan eşkere kiribû. Munganê ku li Stenbolê hatiye dinê, zarokatî û nûciwaniya wî li Mêrdînê derbas bûye, heta niha gelek pirtûken wî derketine. Mungan di nav wêjeya tirkî de xwedî ciheke taybet e. Di vê çarçoveyê de li fûarê li ser Mungan dê hin gotûbêj û panel jî li dar bikevin.
5 WEŞANXANEYÊN KURDAN HENE
Di fûarê de ji salên borî îsal zêdetir weşanxaneyên kurdan hene. Van salên dawî tenê Weşanên Nûbiharê û Weqfa Îsmaîl Beşîkçî li fûarê cih vedikirin, îsal hinên din li wan zêde bûne. Li gor lîsteya li ber destê me 5 weşanxaneyên kurdan dê standê vekin. Bi rêza alfabetîk Weşanên Dara (Salon 7, Stant 731B), Weşanên Doz (Salon: 7, Stant 714), Weşanên Nûbihar (Salon 8, Stant 816) û Weşanên Sîtav jî (Salon 4, Stant 444) wê standê vekin. Her wiha Weqfa Îsmaîl Beşîkçî ku di bin banê wê de Weşanên Ronî jî heye ewê jî (Salon 6, Stant: 631) bi pirtûkên xwe li fûarê bin.
MIJARA BINGEHÎN 'HER HALÊ WÊJEYÊ'
Îsal wekî mijara bingehîn "Her halê wêjeyê" hatiye diyarkirin û di vê çarçoveyê de wê gelek xebatên çandî bêne kirin. Panel, gotûbêjên li ser vê bingehê wê nivîskar û xwendevanan bînin ba hev.
Di beşa weşanxaneyên derve de rojên 13-14-15-16'yê mehê li salona navneteweyî ji Azerbaycan, Çîn, Îran, Romanya û Rusyayê weşanxane wê li standê bin û ji bo telîfê xebatan bikin.
***
Nûçeya Eleqedar:
- Mêvanê Rûmetê Murathan Mungan e
*************
Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.
***************