Diyarname
Navenda Çanda Mezopotamyayê (NÇM) li ser êrîşa îro ya li Parîsê bi ser hesabê xwe yê tora civakî re peyamek belav. NÇM’ê wisa got, “Em wekî Navenda Çanda Mezopotamyayê êrîşa li dijî Navenda Çandê ya Ahmet Kaya bi turdî şermezar dikin û bang li hikumeta Fransayê dikin ku faîlan û hêzên li pişt wan derxe holê. Ev demeke dirêj e li dijî çanda Kurdan êrîşên sîstematîk ên qirkirina çandî tên kirin. Êrîşa îro bi awayekî vekirî nîşan dide ku polîtîkayên qirkirina fîzîkî li polîtîkayên qirkirina çandî zêde kirine. Tu êrîşeke qirkirinê ya li ser çanda Kurdan wê encamê nede.”
NÇM’ê ji malbat û hezkiriyên wan re sersaxî xwest û hêvî kir ku birîndar zûtir baş bibin.
***
Nûçeyên Eleqedar:
- Mîr Perwer helbesta Cegerxwîn jî xwendibû
- Li Parîsê êrîşê kurdan kirin: 3 kes mirin