Medenî Ferho
Di demeke ku Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Kobanê hat îlankirin, Serokê PDK’a Rojava Abdulhekîm Beşar, daxuyaniyek da û wiha got: “Îlankirina xweseriya demokratîk li Rojava dikare bibe sedema şer.”
Ger kurd, kurdên berê bana ne ev gotinên Abdulhekîm Beşar dikaribû gelek kesan bide bawerkirin. Ji ber ku hêzên dagirker, mirovên kurd bi giştî ji eyarê kurdîtiyê derxistibûn. Îro rewş cuda ye, kurd jî ne kurdên berê ne. Êdî her kes bûye qend, bûne eflatûn. Şerê çil salî, cengaweriya ciwanên kurd, dilsoziya rêveberên Tevgera Azadiya Kurd, di mêjî û bedena kurd de guhertinek şoreşî çêkirine. Her gotinê ne qurpînin, bi her gotinê naxapin û tevger nakin, ji dijmin jî, ji gotinên bexîl û beko-ewanî yên revok, xapînok jî natirsin.
Her kurdê ku gotinên Abulhekîm Beşar xwendin, guman dikim ku keniyan. Hinek kesan mixabîniya xwe anî ziman. Gotin: “Ger lîderên kurdan wiha bin, wey li hal û ahwalê kurdan be.” Ji ber ku kurdên Rojava jixwe di şer de ne. Gelo ji bilî vê rewşê, wê şerekî çawa çêbibe? Gelo ji bilî ambargo, wê rewşeke lewaz û belengaziya çawa derkeve holê?
Vêca Abdulhekîm Beşar û Serdar Ataş, dibin çengê Ahmed Carba de li Cenevre 2 ne. Abdulhekîm Beşar jî Serdar Ataş jî di dil xwe de (!) nûnerên kurdan in. Lê balkêş e, Abdulhekîm Beşar û Serdar Ataş di tevahiya şer, qîr û teşqeleyên li Rojava de, ne li Rojava bûn. Ne ji Rojava çûne Cenevre 2 û kurdan jî destur nedaye wan ku li ser navê wan biçin Cenevre 2.
Abdulhekîm Beşar, di axaftina ligel Al Jazeera wiha berdewam dike: “Daxwaza me, Sûriyeya Federatîf e.” Lê di vê pergala federatîf de wê cihê kurdan çi be diyar nake, jixwe ne xema wî ye jî. Nasnameya kurdan, mafên kurdan were erê kirin, neyê erêkirin ne girîng e. Tenê ku ew bibe “mandub”, bibe şêrînê dilê desthilatdaran bes e.
Dîrok, her dem bûye neynika paşerojan.
Sûriye di destpêka damezrandinê de jî federatîf bû. Lê mafên kurdan nebû. Kurd duçarî bê nasnametî û xeta dehan bûn. Xala duyemîn, hîna serkêşê Abdulhakîm Beşar, Ahmet Carba di yek axaftina xwe de behsa mafên kurdan nekiriye. Ahmed Carba serokê muxalefeta ku li gorî fermana dewleta AKP’ê Tirkiyeyê tevdigere û xwediyê hişmendiya “Komara Ereb a Sûriyeyê”ye. Yanî xwedî hiş û ramanê nazîzma Baasê ye.
Kurd ne çûkê davikê Ahmed Carba û Abdulhekîm Beşar in. Ew bi xwe biryara xwe didin, ew bi xwe nunerên xwe destnîşan dikin. Dema ku hêzên global der barê paşarojên gelê kurd de biryaran bidin jî bêyî kurdan nikarin bidin. Mecbur in daxwazên kurdan li ber çavan bigirin û bi nûnerên rast ên kurdan re jî rûnin.
Balkêş e, di dema ku deriyê Sêmalka hat girtin, di dema ku dewleta AKP’ê û Tirkiyeyê seranserî tixubê Serxet û Binxetê girtin gelê kurd, zarokên kurd, jinên kurd dibin birçîbûnê de “helikîn” Abdulhekîm Beşar, li başûrê Kurdistanê li otelên pênc stêrikî qehwa “mirra” vedixwar û dengê xwe dernexist.
Pêşengîtiya gelan, siyaset û serokatiya rêxistinên siyasî wiha çênabe.
Dîrokzan ji bo Tîmurleng dibêjin, “Mirovekî ji mirovahiyê dûr e.” Ji ber ku bê merhamet e, dilê wî bi kesî naşewite. Gelek dîrokzan jî ji bo Dehaq 10 xisletên xirab rêz dikin. Dibêjin; “Mirovekî nexweşik-kirh, kin-qamtolek-cuce, qurre, bênamûs- bêar, çav birçî, gelac-fitnecî, derewîn, bêsebir, zalîm, evîndarê xwe bû.”
Helbet, Abdulhekîm Beşar nebûye mirovekî dîrokî. Hîna, divê sê tenûr nanê din bixwe. Dîsa jî em bêjin, ji bo siyasetmedar dikaribe li ser paşerojên gelê xwe, li ser destinî-qedera gelê xwe gotinan bêje, pêwîst e di nava gelê xwe de, êş û azara gelê xwe bijî. Gelê kurd, demjiyana Kurd-Teali ku li Stenbolê rûdiştin û dixwestin Kurdistanê ava bikin derbas kiriye.
Di efsaneyên kurdan de, gelek rêveber û pêşengên civakan bi gotina “nexweşiya giyan û mêjî” tên gunehkarkirin. Di konferansa psîkologên Tirkiyeyê de Serokwezîrê Tirkiyeyê Tayyîp Erdogan jî weke “nexweşê psîkosomatîk û şîzofren” hat binavkirin. Dema ku lîder, rêveberên welatan nexweşê giyan û mêjî bin, ev nexweşî hêdî hêdî li tevahiya bedenê, yanî li tevahiya gel belav dibe.
Di dema ku li başûrê Kurdistanê “defacto” derket holê, li çar parçeyên Kurdistanê şahî hatin lidarxistin, her koma civakî, her rêxistina siyasî, her rewşenbîr û enteletuel kêfxweş bû. Ger hinek kes û derdor dilnexweş bûn jî nedane der, ew nerazîbûn bi xwe re hiştin. Kesî dil nekir ku li hemberî biryara gelên li başûrê Kurdistanê destdirêjiyan bike û gotineke nexweş bi dikirîne.
Balkêş e, ji roja ku li rojavayê Kurdistanê pengavên dîrokî tên avêtin û bi cengaweriya ciwanên kurd, “defacto” hat bidestxistin, desthilatdariya başûrê Kurdistanê ket nava “cehdeke dijber.” Kesên weke Abdulhekîm Beşar, Selah Bedredîn û hwd girtin kêleka xwe û li ser şelîta desthilatdariya AKP’ê û Teşkîlata Gulen lîstin. Ji sedema ku li ser şelîta dijmin lîstin rastiya xwe jî metirsîniya li pêşiya xwe jî davik, kemîn û xefkên li pêşiya nifşên dahatu jî nedîtin.
Serokê PDK’a Sûriyeyê Abdulhekîm Beşar gelê Rojava, PYD, hêz û gelên din ên li Rojava, bi hêzên rejîmê û hêzên navneteweyî gef li wan dixwe. Dibêje: “Pêwîst e hêzên YPG’ê bibin parçeyek ji hêzên rejîma Sûriyeyê û fermanê ne ji min, ne jî ji Salih Muslim divê ji hiyerarşiya leşkerî bistînin.”
Ev dîtin, ev daxwaz, parastina statukoya kevin a rejîma Sûriyeyê ye û ji gotina “Komara neteweyî ya Sûriyeya ereb” ne cuda ye. Gelo pêşmergeyên başûrê Kurdistanê, di nava artêşa Iraqê de cih digirin û li gorî fermanên hiyerarşiya leşkerî ya Iraqê tevdigerin? Hingî “defacto” li ku dimîne, mafên tayînkirina destîniya paşerojan, ewlekariya nirxan li ku dimîne?
Hegel dibêje; “Dîrok li gorî plansaziyek îlahî pêş dikeve.” Ji bo vê plansaziyê jî bîrdoza “gelên dîrokî” diavêje holê. Di destpêka sedsala 21’ê de rol û mîsyona gelê kurd jî, li çar parçeyên Kurdistanê ev e. Her çiqasî destînî-qedera gelê kurd bi erdnîgariya Kurdistanê ve hatibe girêdan û ji şaristaniyê, ji jiyana hemdemî hatibe dûrkirin jî îro di qonaxek din de ye. Îro rewşek cuda heye! Îro bi rol û mîsyoneke din tevdigere û li ser bingeha têkiliya dîroka qedîm a bi gelên Kurdistanê re, pergalekê ava dike. Ji ber ku di çarçoveya feylesofiya civakî de dîroka hevbeş heye, çanda hevbeş heye, nirx û pîroziyên hevbeş û keda hevbeş heye. Hem dîrokê, hem çandê bandor li hev kiriye. Ev têkilî û bandora nifşan a sed hezar salan de, sentezek derxistiye holê.
Wajî gotinên Abdulhekîm Beşar, li rojavayê Kurdistanê, Xweseriya Demokratîk dê bibe pergala dahatuya Sûriyeyê jî. Ev navê “agirê nepenî” yê jiyanê ye. Ev “agirê nepenî” wê fulyona li pişta neynika siyasî û nexşeya siyasî ya statuko-parêziyê aşkera bike.
Divê siyastemedraên weke Abdulhakim Beşar, di mikro kozmozê de, rastiya jiyanê û di vê rastiyê de, kurdan bibînin. Divê zanibin ku îlan kirina xweseriya demokratîk li rojavayê Kurdistanê, “planê jiyanê”ye û kurd jî vî planî dixine pratîkê.
Ji Azadiya Welat hatiye girtin