• Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Berhem
  • Çapemenî
  • Spor
  • Dinya
  • Ên Din
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAÞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • Çend gotin
    • E-pirtuk
    • Spot
    • Deqeya Dawî
    • Covit-19
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giþtî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giþtî û Serokomarî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
  • Rûpela Pêþî
  • Ji Çapemeniya Dinyayê

Guleya 10'emîn balkêþ e!

Dîrok : 13 01 2014 | Beþ :

Ji Çapemeniya Dinyayê

Hevpeyvîn: Arzu ÇAKIR MORIN / PARÎS*

 

Îro yekem salvegera li Parîsê qetlkirina Sakîne Cansiz a PKK’yî, Fidan Dogan û Leyla Þaylemez e. Birayê Sakîne Cansiz, Metin Cansiz ku ji bo Hurriyetê axivî,M got: “Guleya 10’emîn pir balkeþ e. Kujer piþtê mirina Fîdanê guleyeke din ber dide devê wê.”

Her çiqas bi ser kuþtina Sakîne Cansiz a PKK’yî, Fidan Dogan û Leyla Þaylemez ku li paytexta Fransayê Parîsê di 9’ê rêbendana 2013’yan de hatin kuþtin, salek derbas bûbe jî bûyer hê nehatiye ronîkirin. Agahîn qirêj ku ji gelek çavkaniyan têne dayîn jî dibin sedema hêrsa malbatan. Birayê Sakîne Cansiz Metîn Cansiz pirsên Hurriyetê bersivand.


Raporên balîstîk ên  cînayetê nîþanê we dan? Kuþtin seranser çawa pêk hatiye?

Belê nîþan dan. Li gor raporên balîstîk û tesbîtên cihê bûyerê, Sakîne, Leyla û Fîdan bi deh guleyên ku ji heman sîlehê derketine hatine kuþtin. Kujer ewil sê gule ber dide serê xwiþka min. Rûyê xwiþka min bi sê guleyên ku ji aliyê kêlekê ve lê ketiye re wisa bûye ku nayê naskirin. Sakîne gava ku çenteyê xwe ya danûstandinê ku wê royê girtibû vala dikir hatiye kuþtin. Piþt re sîleh dizivire ser Rojbînê (Fîdan Dogan) ku li rex wê rûniþtiye. Ew jî bi sê guleyên ku li serê wê ketî re dikeve ser Sakîneyê. Lê Rojbîn desten xwe rakiriye nola ku bibeje “wisa neke”, lewre pêçiya wê ya gustîlkê firiyaye. Rûyê xwe nîvçe zivirandiye. Dû re gule li Fîdanê hatiye reþandin. Lewre ji bo rabûna ser ningan wexta Leylayê bûye. Devûrû ketina wê jî vê yekê nîþan dide. Wisa dixuye ku kujer pir bilez ewil li Sakîneyê xistiye. Piþtre li Fîdanê ku li rex wê ye, dûre jî li Leylayê dixe. Sê guleyan jî li Leylayê direþîne. Tevahî neh gule. Lê guleya 10’emîn pir balkeþ e. Raporên balîstîkê pir vekirî nîþan didin ku, kujer vedigere  piþtî mirina Fîdanê guleyeke din jî ber dide devê wê. Ev pêkanîna wî pir balkeþ e. Û wisa texmîn dikim xeynî kujerê tu kes wê nikaribe sedema vê 

yeke rave bike. Rastiya ku sê raporên cuda ya balîstîkê radixe ber çavan ev e. 


Ma li gor balîstîkê mimkûn e ev kuþtin ji alîyê kesekî ve ew qas bi lez hatibe kirin?

Belê ev yek mimkûn e. Her tiþt di nav çend saniyeyê de qewimiye û qediyaye. 


Sakîne Cansîz çima li Buroya Enformasyona Kurdistanê ye?

Sakîne her sibe zû radibû û spor dikir. Serê sibê di 5’an de radibû, dibeziya. Ne mimkûn bû ku  li navenda enformasyonê bimaya. Wisa texmîn dikim ku li ser dazwaza Fîdanê li wir dima. Di demên dawî de Fîdanê ji bo der û dora xwe pirî caran tirsa xwe dianî ziman.


Di lêpirsinê de tiþtê ku we eciz dike heye?

Wekî mînak çenteya Sakîneyê li holê tune ye. Çenteya ku pasaport û nasnameya wê tê de bû tune ye. Polîsên Frensî bi testa DNA’yê bi þopa pêçiyan nasnameya xwiþka min diyar kir. Di çenteyê wê de ajanda û lênûska wê jî hebû. Sîleh jî tune bû…Ew hemû bûyerên balkeþ in… Polîsên ku piþtî kuþtinan tên cihê bûyerê hîn tespîtên xwe dikin  û deriyê mor dikin. Lê piþte 24 saetê kesek tê û mora deriyê xira dike. Mirov wisa difikire ku heq neheq vir ji aliye hin serwîsan ve hatiye guhdarkirin û ew kes dûre jî hatine cihazên xwe yê guhdarîkirinê birine.

Di vê lêpirsinê de Konferansa 2011’yan a Ciwanên PKK’ê ya li Holadayê bûyereke girîng e. Dibe ku vê komkjiyê jî ronî bike. PKK li Holandayê biryara civandina Kongreya Perwerdehiyê ya Ciwanan digre. Berî kongreyê polîsên Hollandayê operasyonek pêk tînin. Leyla û Omer Guney bi hev re ji Parîsê tên vê kongreye. Her du jî tên binçavkirin.Lê dûre tên berdan. Ez li Holandayê dijîm. Ez bi Zagonên Holandayê dizanim. Ger li Hollandayê tîmên taybet ên bi kralîçeyê ve girêdayî operasyonek pêk bînin ev yek tê vê wateyê ev bûyereke girîng e. Di ser de jî tê gotin îstîxbarat ji îstîxbaratên alman, belçikî  û îtalî hatî ye. Ev her sê îstîxbarat îstîxbarata Holandayê çima hiþyar kirin.Operasyon çima pêk hat û çima heman demê de ew hatin berdan. Em dizanin ku Omer Guney a li vir li ba polîsan gotiye; “PKK dijminê min e, Apo dijminê min e”. Gelo li wê derê îstîxbaratê, agahiyeke êrîþê girt? Çima ev operasyon pêk anîn? Talîmata vê operasyonê an jî îstîbarata ku ji vê sê dewletan hatibû heq neheq ji aliye rayedarên fermî re hatine. Ger ev pevnivîsî bên eþkere kirin wê rastî jî derkeve holê. Lê heya niha ev tiþt nehat kirin. 


Behsa meseleya evînî dikin. Dibêjin ji bo pere ye. Ma tiþteke wisa heye?

Gotinên evînî û hwd… Ev tiþt li ber mezinahiya vê komkujiyê biçûk dimînin. Ger em bên ser pere jî Sakîna tu car neketiye têkîliyên pereyan. Kesên ku vê lêpirsînê bi rê ve dibin hema hema di mijara ajanbûna Omer de pir bi xwe bawer in. Jixwe cara dawî derket holê ku ew, li komeleya Villiers le Bel de wêneya forma endamtiya dora 300 kesê kiþandiye. Ew bi xwe jî vê yeke dipejirîne. Omer Guney wekî îdîaya xwe kesekî masûm nîn e. Cihê ku derbas dibe ev yek hîn zelaltir dibe. Ez Sakîneyê baþ dizanim. Kesek ku Sakîne pê pir bawer be ne xwestibe, Sakîne baweriya xwe bi kesekî wekî Omer Guney tu caran nedianî.


Yanê?

Ez bi sedan kesî re axivîm, sedan îdîa avêtin holê. Li gor min ev yek bi hezên ku jê re dewleta paralel dibêjin û þaxên îstîxbaratên re eleqadar e. Dibe ku gelek dewlet û îstîxbarata wan di nav vê karî de bin. Dibe ku ev çalakî pêvajoya aþtiyê jî girtibe hedafa xwe. Di demekê ku hevdîtinên  bi Abdullah Ocalan re zêde bûbûn û qonaxeke ku îlana aþtiyê de ev yek pêk tê kirin. Li gor min, li ser têkiliya vê kuþtinê bi Tirkiyeyê re Abdullah Ocalan ji me zêdretir xwediyê agahiyan e. Ger dewleta heyî belgeyên li ser vê bûyerê ku wan keriye nîþanî Ocalan nedana, Ocalan dê birayara domandina hevdîtinan negirta. Guleyê ku li xwiþka min, li Leylayê û li Fîdanê hatine reþandin, li biratiya gelen kurd û tirk hatine reþandin. Li gor min mirina wan karê kesên ku dixwazin aþtiyê asteng bikinin e. Lê wê ev sê jin bibin sembola aþtiyê. 


Tirkiye ji demeke zehmet re derbas dibe. Hûn bawer dikin dê hikumet pêvajoya aþtiyê bikaribe bi rê ve bibe?

Li gor min Erdogan hê xwediyê wê hêzê ye ku dikare pêvajoya aþtiyê bi rê ve bibe. Yên li çiyê jî bi hêvî ne. Tenê dixwazin bi baldarî bidomînin. Bi ya min aþtî hê jî mimkûn e.

Werger: Rûþen Aslan

*Ji rojnameya Hurriyetê hatiye girtin, (09.01.2013)

Wêneyê Sakine Cansiz û Metin Cansiz ê kevn, yê li girtîgehê ji ANF'ê hatiye girtin 


Hûn dikarin li van jî binêrin

Keçika Sembola Wîetnamê piþtî 50 salan bi lazerê hat dermankirin

Keçika Sembola Wîetnamê piþtî 50 salan...

03 07 2022

Eurovision sala bê li Ûkrayna nebe dê li ku be?

Eurovision sala bê li Ûkrayna nebe dê...

16 06 2022

Di 100 saliya xwe de ehliyetê xwe nû kir

Di 100 saliya xwe de ehliyetê xwe nû kir

09 06 2022

Ligel zordariya hikumetê jî BBC nûçeya li ser ajanê MI5 betal nekir

Ligel zordariya hikumetê jî BBC nûçeya...

21 05 2022

Ev jî hene

Eurovision sala bê li Ûkrayna nebe dê li ku be?

Eurovision sala bê li Ûkrayna nebe dê li ku be?

16 06 2022

Skoçya di dibistanan de þertê xwendina galî tîne

Skoçya di dibistanan de þertê xwendina galî tîne

23 01 2020

Nûnerê NY'ê bang li Tirkiyeyê kir: Rê veke ji bo parastinê bila herin Kobanî

Nûnerê NY'ê bang li Tirkiyeyê kir: Rê veke ji bo parastinê bila herin Kobanî

10 10 2014

6 welat dikevin YE'yê lê Tirkiye ne li nav e

6 welat dikevin YE'yê lê Tirkiye ne li nav e

06 02 2018

Ji Vogue bergek cuda: Wêneyên 3 jinên ji rêzê û dilpola

Ji Vogue bergek cuda: Wêneyên 3 jinên ji rêzê û dilpola

04 06 2020

Nivîsên Nû

Mîrza Ronî

Qurmîcik

Mîrza Ronî

Çorê ARDA

HÎÇ, Matematîk û Helbest

Çorê ARDA

Cemil Oguz

‘Her tiþt xweþ e’?

Cemil Oguz

Çorê ARDA

Redkirina deftereke modern

Çorê ARDA

Cemîl Andok

Dêsê ma, sînorê þarî

Cemîl Andok

Salname

HERE JOR

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Yên piþtgirî didin Diyarnameyê
  • Agahiyên ji bo nûçeyan
  • Bikaranîna Diyarnameyê
  • Têkilî-Contact-Ýletiþim

Nivîskar

  • Cemil Oguz
  • Helîm YÛSIV
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Þêxo Fîlîk
  • Cîhan ROJ
  • Zekî OZMEN
  • Hekîm Sefkan / Tava Heyvê
  • yeqîn h.
  • Kazim Polat
  • Welat Dilken
  • Bedran DERE
  • Omer Dilsoz
  • Mîrza Ronî
  • Krîstîn Ozbey
  • Dilþêr Bêwar
  • Arjen Arî / Agirdank

Beþ

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Berhem
    • Çapemenî
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Nivîsênkarên Mêvan

 

    • Portreya Mehê
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAÞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • Çend gotin
    • E-pirtuk
    • Spot
    • Deqeya Dawî
    • Covit-19
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giþtî
  • Facebook
  • Twitter
  • RSS

Copyright © 2005-2022 Diyarname