NAVENDA NÛÇEYAN
Li dibistanên Til Temir û Dirbêsiyê ji bo şagirtan li Hesekê jî ji bo mamosteyên zimanê kurdî ezmun hatin lidarxistin.
Li bajarê Til Temir yekem car di dibistanên fermî de ezmûnên zimanê kurdî yên niviya sala perwerdeyê hatin pêkanîn. Ezmun li dibistanên seretayî, navendî, amadeyî, bazirganî û sînaî de hatin çêkirin.
Li Dirbêsiyê jî 9 hezar û 180 xwendekarên li 62 dibistanan tevlî ezmûnên niviya salê bûn. Xwendekar piştî perwerdeya 4 mehan tevlî ezmûnan bûn.
Li Hesekê jî piştî biryara Yekîtiya Mamosteyan ku hemû mamoste tevlî perwerdeya zimanê kurdî bibin, yekem car ezmûna zimanê kurdî ji bo mamosteyên dibistanên fermî hate çêkirin. Ezmûnên mamosteyan li Dibistana Ehmed Zeal hate lidarxistin. Ezmûn bi tevlîbûna 30 mamosteyên ku 2 mehan hatin perwerdekirin hatin lidarxistin.
Ji ANHA'yê hatiye girtin


