STENBOL (DÎHA)
Parezerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, ji bo şertên tecrîda giran di cih de bê lêkolînkirin û tecrîda heyî bi dawî bibe, di 12'ê tîrmehê de serî li Neteweyên Yekbûyî (NY) dan.
Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji 27'ê tîrmeha 2011'an ve nikarin biçin Îmraliyê û li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind bi muwekilê xwe re hevdîtin bikin. Heyeta Îmraliyê jî ji 5'ê avrêla 2015'an ve nikare biçe Îmraliyê. Ji ber tecrîda giran û bi tu awayî agahî ji Ocalan nayê girtin, fikar û gumanên der barê Ocalan de her ku diçin zêde dibin. Bi taybetî piştî hewldana darbeya leşkerî û gote gotên suîkasta li dijî Ocalan fikarên parêzer, malbat û gelê kurd zêdetir bû. Parêzerên Ocalan ji ber tecrîda giran û 5 salin nikarin hevdîtinê bikin ji bo şertên tecrîda giran di cih de bê lêkolînkirin û tecrîda heyî bi dawî bibe, di 12'ê tîrmeha 2016'an de serî li Neteweyên Yekbûyî (NY) da. Parêzeran serî li Daîreya Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan da û ji NY'ê xwest ku di cih de li şert û mercên Ocalan ên tecrîda giran binêrin û lêkolînê bikin.
Parêzeran serî li 8 raportorên wekî "Raportorê taybet ê li dijî îşkence û hemû pêkanînên li dijî mafên mirovan", "Raportorê Taybet yê dema li dijî terorîzmê şer dikin, nasîna mafên mirovan", "Paportorê taybet ê li dijî pêkanînên keyfî û derveyê hiqûqê", "Raportorê Taybet ê mafê kêmaran" û "Raportorê taybet ê li dijî nijadperestî, cudakarî, biyanî, dijminatiyê nifirînê" dan. Parêzeran di serlêdanên xwe de diyar kirin ku wekî wekîl û malbat nikarin biçin Îmraliyê û bi Ocalan re hevditin bikin û bi tu awayî agahî bistînin.
Parêzeran rapora Komîteya Astengkirina Îşkenceyê ya Konseya Ewropayê (CPT) ku li Îmraliyê ziyaret pêk anîye jî li serlêdanê zêde kir. Parêzeran ji NY'ê xwest ku bi lezgîn biçin li Îmraliyê lêkolîn bikin. Parêzeran di serlêdana xwe de xwest ku heta niha bêhiqûqiyek didome û nizane ev bêhiqûqî heta kengî dê bidome. Parêzeran, da zanîn ku li ser biryara siyasî bi awayekî kêfî tê astengkirin û xwestin Pergala Tecrîdê ya li Îmraliyê bi dawî bibe. Parêzeran xwest şert û mercên Ocalan li gorî hiqûqa navneteweyî bê amadekirin û NY di cih de şert û mercên Ocalan û tecrîda li ser Ocalan tê meşandin bibîne. Parêzeran xwest astengiyên li pêş mafê hevdîtinê yê parêzer û malbatê jî bê rakirin.