Diyarname
HDP'ê li ser rewşa dawî daxuyaniyeke nivîskî weşand û got ku Hikumeta AKP'ê, saziyên dewletê û artêşê dawî li pêvajoya çareserî û aştiyê, dîsa mixabin dawî li şerawestina fiîlî aniye.
Di daxuyaniyê de bal kişand ser binçavkirinên siyasî, bombebarana bi ser Herêma Kurdistana Federal, qedexekirina Meşa Merin a Aştiyê, astengiyên li pêşiya çapemeniya azad, biserdegirtina Egîtîm-Senê û got ku ev yek nîşan dide rojên pêşiya me dê ji bo civaka Tirkiyeyê zehmet derbas bibin.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku Serokomar û AKP heta pêşhilbijartinê dê welat bi polîtîkayênr ewlehiyê bi rê ve bibe; bi operasyonen pîsîkolojîk ku bi ser çapemeriya xwe re dike jî dike ku civakê bixe nava rewşeke pevçûnî.
Her wiha hat gotin ku Erdogan-Davutoglu piştî 24'ê tîrmehê êdî tiştek bidin Tirkiyeyê nemaye û zerarên ku bidin Tirkiyeyê jî dê neyê temîrkirin.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku cereke din ew dibêjin pêdiviya Tirkiyeyê bi aştî û çareserî heye. Hat gotin ku bi nîşandayîna "li hemberî terorê têkoşîneke giştî em didin" dixwaze kişwerek mîlîtarîst û nijadperest çêbike û bi vê derbasî hilbjartinê bibe, ji bo desthilatdariya xwe welat dişewitîne. Daxuyanî wisa didome: "Em bi tu awayî qebûl nakin ku têkoşîna li hemberî kurdan a Erdogan-AKP'ê bixin nava têkoşîna bi DAIŞ'ê re. Em bang dikin ku êrîşê leşkerî û bombekirin, operasyona binçavkirinên siyasî û zordarî divê di cih de bêne rawestandin. Bi axaftin û muzakereyê tu tiştek ku neyê çareserkirin nîn e."
Di dawiya daxuyaniyê de bang il hêzên aştîxwaz û demokrat a Tirkiyeyê kir, bang li kesên xwedî wijdan kir ku îro huş nebin û li hemberî vê yekê, ji bo aştî, çareserî, edalet, demokrasî û muzakereyê deng derxin; her deqîqeya bê windakirin hinek din avêtina gavan dê zehmetir bike.