Berken Bereh
Bêhna Dara Sincê, romana çarem ya Dilawer Zeraq e. Roman gelek cureyên romanê di xwe de dihewîne; dîrokî, sîyasî, takekesî, saykolojî,-Weşanxaneya Lîs-226 rûpel
Bo têgihîştin û famkirina berhemeke edebî ya ji honakeke avaker pêk tê, pêdivî bi hin zanyarîyên pêşwext heye. Ev zanyarî bi giştî hûrgilîyên estetîkê ne.
Nexwe divê em ewil bala xwe bidin têgeha estetîkê ka çi ye û tê çi wateyê. Peyva estetîkê ji peyva Yewnanî “aisthesis‟¹ xuliqîye. Wateya wê ya ferhengî mirov dikare bibêje; “têgihîştin”, “pêjnkarî” ye. Lê wateya herî nêzîk a têgiha estetîkê “pêhesîn”e. Nexwe mirov dikare bibêje estetîk; ilmê pêhesînê ya li ser hîmê têgihîştina zanyarîyê avabûyî ye. Baumgarten² kesê ewil e ku estetîk wek şaxek ya felsefeyê daye qebûlkirin.
Estetîk li ser ciwanî, spehîbûn, xweşikbûnê dihizire û dirame. Ji ber ku spehîbûn peyveke razber e û ne xwedî tu qaîdeyan e, firehî û zerengîyekê dide têgiha estetîkê. Ev firehbûn rê li ber vegotineke pêhesînîyê vedike da zanyarîyên estetîkê vebêje. Bi vî awayî estetîka li zanyarîya hestîyarîyê vedikole xwe digihîne zanyarîyên takekesî. Lê ew, wek ilmên fenî zanyarîyên xwe nake yên giştî. Lew, “pêhesîn tiştên aîdî takekesîyê raberî me dike.” Pêhesîn rewşa herî sade (fesîh) ya zanyarîyê ye.
Estetîk ber ‘eksê ilmên pozîtîf bi hevokên xelet û durist nikare bê ravekirin. Lew zanyarîyên estetîkê wek ilmên pozîtîf nikarin bên hêçandin. Ji dêvla vê bi hevokên spehî-kirêt (ne ciwan) dikare were vegotin.
Jacques Ranciere, estetîkê ku kereseya wê spehîbûn e, wek ilmekî qebûl nake, dibêje estetîk terzek ya ramyarîyê ye. Soren Kierkegaard³, têgiha estetîk û sinc (ehlaq) dide ber hev; mirovê bi awayek estetîk dijî, dixwaze bi her awayî xwe daxilî wî ruhî bike û xwe di wê rewşa wî ruhî de veşêre. Bi vî awayî tişteke bi wî re li hev neke namîne; lew tişta ku bimîne dê wî aciz bike û li ber pêşketina wî bibe asteng.
Romana Estetîk û Ramanî
Zerengîya (rewş) têkilîya di navbera estetîk û hunerê, her li gor objektîv û subjektîvîya hunera estetîkê hatîye vegotin. Ji ber nebûna pênaseyeke durist ya estetîkê pîvanên wê jî bi temamî nehatîne danîn. Hin kes dibêjin “spehîbûn” li gor herkesî tiştek û awayek din e ango wareke xwemalî (keşide) ye û ne hewce ye pîvanên wê yên objektîvî hebin. Ên dijberî vê nêrînê ne dibêjin estetîk jêhezkirinek di raserî takekesîyê re ye.
Wellek, dema wêjeyê pênase dike, dibêje berhemên li gor “vegotin û teşeya edebî hêja û balkêşîn” wek pîvan divê bên qebûlkirin.” Li vir pîvan, ên xwedî nirxên wêjeyî ne an jî ligel nirxên wêjeyî ên bi raman û fikra xwe raserî ên din in.”
Wêje, li gor estetîkê hunera herî razber e. Pîvanên estetîkê ji bo romana ku celebek ya wêjeyê ye jî lazim e. Li vir ez dê ne li gor nirxên “xweşikî, spehîbûn, kubarî an ciwanî ya berhemê lê li gor fikr û ramanên di berhemê de ye binirxînim”, dibêje Wittgenstein.
Ger em bixwazin bo romaneke estetîk a “baş, spehî” krîterên objektîvî deynin divê em wê hem ji alî teşe hem ji alî naverokê ve binirxînin ku hingê em dikarin ji dêvla realîteyê bi van pîvanan, li “baş, spehî”yê bigerin. Lewra taybetîya berhemeke hunerî azadîya wê ye. Romanûsê estetîkê jî bê ku li feydeya wê bihizire, romana xwe dinivîse.
Her wiha romanûs di warê mijarê de jî azad e. Her tişt dikare bibe mijara romanê. Romanûsê ji her zanînê sûd werdigire, zanîneke cuda ya estetîkî raberî me dike. Ev zanyarîya nû heta biperise ji her cure zanîn, kirû, bûyer, pêhesîn, hêçandin, sawînê sûd werdigire.
Romana estetîk di hêla teşeyê de li pey bidestxweveanîna mukemelîyê ye. Lew teşe hêla bingehîn a estetîka romanê ye. Ji ber hindê dîtbarî bo “spehîbûnê” rêbaza jênager e. Ew jî xwe bi awayê teşeyê dide der. Hewldana romanûs li vir dibe helwesteke estetîkî.
Bêguman nivîskar ligel teşeyê naverokê jî piştguh nake û hewl dide hevsengîyekê di nevbera wan de pêk bîne. Hartmann dibêje, “zanîna estetîk ne tenê obje ye û roman jî, ji rêzkirina hevokên bi awayek durist pêk tê, ango ne tenê galerîya teşeyê ye. Bi qasî teşeyê naverok jî girîng e.”
Romana estetîk, ji pirsgirêkên rojane û mijarên tên nasîn û wêdetir tiştên nayên zanîn û nasîn û navneteweyî dike mijara xwe. Bi vê karektera xwe romana estetîk dibe romaneke a mirovahiyê û di her dewr û zemanan de tê xwendin.
Zimanê romana estetîk cuda ye. Ew zimanî ji bo veçirîn û aşkerekirina ruhê insanî bi kar tîne. Bo vê zimanê wê ber ‘eksê romanên klasîk zimanekî aram, rehet û di halê xwe de ye. Lê ji hêla remz, sembol, hêmayê ve gelek xurt e. Bi vê taybetîya xwe nêzîkî şi’rê dibe.
Romana estetîk wek romanên klasîkî bi encameke dîyar bi dawî nabe, dawîya wê ne dîyar û bi mij e. Bi vê taybetîya xwe ya hewceyî şirove û dahûrînê ye xwendevan daxilî metnê dike û dike hêzeke kartêker.
Bi van taybetîyan tê xuyanê ku romana estetîk senteza “Hunera ji bo hunerê ” û “Huner ji bo civakê” ye.
Hêmanên estetîkî û ramanî di “Bêhna Dara Sincê de;
Di romanên D. Zeraq de hêmanên hizr û ramanî ne ji bo ispatkirina tiştekî lê ji bo izaha wê tê bikaranîn.
Roman li ser jîyana sê kesan ya Cindî û Rûstem (Xelas) û Binevşê ava bûye. Nivîskar bi vegêra jîyana wan dixwaze li me bide fêmkirin ku hêza sereke ya insanekî azad li ser hîmê hezkirinê ava dibe. Ev proses bi hewldana mirov ya ji xwenasîn, hevnasîn û xwezanînê pêk tê. Ango tekamula azadîya insên bi lêgerîn û lixwemikurhatina di demeke dûvedirêj de diperise. Vegêr nivîskar bi xwe ye. Bi min di vê romanê de ev cure vegêrî hiş û bîra xwendevan zindî dike.
Taybetîya herî girîng ya “Bêhna Dara Sincê”, dahûrîna ruhî ya karekteran e. Ev karekterên mane di navbera berxwedan û xwedîlederketina çand û kultura xwe û fikr û ramana bi pêkutiya serdestan ku di ruhê mirovî de pêk hatiye. Nivîskar hemû bûyer û qewimînan bi ser Cindî û Rûstem re vedibêje û wek rêbaz jî pêşandanê (raberkirin) bi kar tîne. Lê ew, ne bi teknînekê lê bi gelekan ku di dema nivîsandinê de hewceyî pê dibe bi kar tîne. Honaka bûyeran ne li gor silsileya kronolojik lê bi pêdivîya psîkolojîya romanê tê ristin. Ziman ji bo ku karekter zindî û nêzî rastîyê (heqîqet) bin, li gor ruh û ramana karekterî bi kar tîne. Ji tevaya romanê mirov tê derdixe ku nivîskar xwedî zanîn û bingeheke xurt ya felsefeyê ye. Digel bi kûrahî veristin û dahûrîna ramana karekteran, mirov şik û guman û tehma romana bi tez jê nagire. Sedem jî ev e; wek romanên din nivîskar di vê romanê de ji îspatkirina ramanekê zêdetir dixwaze wê ramanê ji me re vebêje.
Honaka Bûyerê;
Romanên estetîk ber ‘eksê romanên klasîk honaka bûyerê ji xwe re nakine bingeh û armanc. Ango roman ne li gor silsileya ‘destpêk-peresîn-encam’ê tê honandin. Heta mirov dikare bibêje bûyer û qewimîn wek ronîya di nav mijê re qenc xuya nake. Vegêraneke bilind û ji jor ve û vegêranên di rêza duyê li bin banê wê rêzbûyî heye. Roman ne bi bûyerê lê bi girîzgaheke bilez û xurt dest pê dike. Xwendevan hew dibine ku kete nav bûyerê.
“ji çokan ketibû…”
Û paşê dê em bizanin ku Rûstem e, ê ku birine îşkenceyê û rewşa xwe ya vê carê û tiştê ku lê hatine kirin ji ên berê dijwartir û kartêkertir e, bi yek derbê em daxilî roman û bûyerê dibin. Roman ji sê beşan pêk hatiye û di bin her beşe de çend binbeş jî hene;
Xwenasîn;
Xelas ê ku paşê em dê bizanin Rûstem e, zarokek e û li qehwa pîç Şefo dişixule û derengî şevê vedigere mal. Her carî vegerek ber bi tirsê...tirsa jê direve û ya dixwaze binase û tê de bipije…rewşa taxa lê dijî û pest û pêkutîyên bavî ya li dayîka wî…
Cindîyê bavî jê re bedlek cil kirî û serborîya wî ya rojal ewil ya li dibistan û rasthatina wî a li “Pîjên Kuçeyan” û tirsê…
Xortanîya Xelasî û haybûna wî ya ji rewş û halê malbat û civaka xwe ya belengaz, derfetnedîtina çûna dibistanê, zilm û stemkarîya bavî ya li ser wî û dêya wî, rehm, hez û dilniyayîya dê, xewna li bin dara since ya hewşê û banga dêya wî ya “li xwe şîyar bûn…xewneke mektebîyan…şerê wî û ê bavî..nasîna hêzê, hêza ne bi hêrsê…êdî li xwe şîyar im…”
Reşikê dîya xwe Cindîyê dest bi dibistanê kirî û têkiliya wî ya bi malbatê re, rabûn û rûniştina malbatê, nêzîkayîya bav î ya li Cindî û xwişka wî, şîret û pendên dê û bav li Cindî; bav rev û tirsê lê dê axaftin û têkiliyê dide ber.
Bi van serborîyên qewimîne Rûstem û Cindî kêm zêde qonaxa xwenasînê li du xwe dihêlin.
Hevnasîn;
Di beşa duyem de em dibinin ku honaka bûyeran bi awayek felsefî berdewam dike. Karakterên romanê bi xwe re diaxivin, ruh û hişê xwe didine ber pirsan, binhişîna xwe dipelînin û guh didin dengê binhişîna xwe. Dîyalog pir zêde ye û dengê dîyalogan jî gur û kartêker in.
Beşa duyem jî wek a pêşî bi yek derbê dest pê dike. Em hew dibinin Cindî bi dehfdana du gardîyanan dikeve nav qawîşê. Piştî çend rojan bala wî diçe ser Rustemê ku ji çonga xwe birîndar e û bêarîkarî nikare derkeve derveyî qawîşê bo bêhnvedanê. Piştî çend rojan Cindî û Rûstem hev dinasin (ji heman bajarî ne û zaroktîya wan li wir derbas bûye) û têkiliyeke hestyarî di navbera wan de pêk tê. Zaroktîya wan ya gelek dişibe hev (tirs) û çend qewimînên di navbera wan yê dema zaroktiyê de wan bêhtir nêzîkî hev dike.
Di sihbet û foruma heftane ya di hepsê de mijar “bandora zarokatîyê û dirûvgirtina kesayetîyê” ye. Cindî bi bûyera di çûna dibistanê ku Rûstem û hevalê xwe rê li wan girtîbû û bi şîreta bavê xwe revîyabûn meseleyê tîne ser têgeha Tirs ê ku di ruh û gîyanê wî de sedema têkçûn û nekamilbûna kesayetê ye. Dê, ber’eksê bavî hezkirin û nermbûnê dide ber. “Dêya min hêza nermbûnê hînî min kir” (r;55) Cindî êdî di navbera tirs û hêza nerm de digevize û heta wê rojê jî nekarîye kesayetîyeke resenî xweser bi dest bixe. Heta beşa dawî di axaftinên di navbera Cindî û Rûstem de têgeha tirsê, valahî û hêza hezkirinê her peyvên sereke ne û ev têgih bi vegotina bîranînên zaroktîyê -ku bi qewlê gotina mamoste Rêzan “heqîqeteke hebûnîyê ye jî”-bihîstina peyva Newrozê, evîn û zewaca bi Sînemxanê re, zaroka wan Zelal û heta di karê rêveberîya bajêr a partîya gel de her daye û dide du xwerizgarkirina ji tirsê û xurtkirina hêza hezkirinê.
Ferzendeyê gundî û nexwende û nezewicî ku panzdeh sal in di zindanê de ye dest bi bîranînên zarokatîya xwe dike û tirs a ku nehiştiye bizewice û bibe xwedî mal û hal dike. Ew jî tirsa xwe bi bûyereke ku xortên gund piştî temaşeya bi dizî li nêrîna keçan û bazdana ser keran dike. “Ruhê min ji mêranîya çûna keran çûbû” (r;70) Paşê şevekê rêwîyên rêya dûr lê dibin mêvan (çar kes yek ji wan keç) û Ferzende ji ber qedirdayîn û rêzgirtina li hember keçikê şaş û metel dimîne, tev li refê wan dibe. Aha di navbera axaftinê de behsa çîroka navê xwe û devjenîya bi Serhad re tê vegotin ku kesayeta Serhed wek “şexsîyeta tenûr” bi nav dike.
Rûstem jî ku wek serlehengê romanê xuya dibe, car caran di ber axaftina Cindî re behsa xwe û bîranînên zaroktîya xwe dike û dixwaze bo zelalkirin û deşîfrekirina ruh û gîyanê Cindî bibe arîkar û her wiha rêya xwe rizgarkirina ji tirsê û valahîya derûnî li ber Cindî durist bike, pê re dikeve nav gengeşeyan. Rûstemê ku di hijdeh salîya xwe de cara ewil li hember bav derdikeve (ji bo kirîna solek havînî bo dêya xwe) û rasthatina wî ya li Şêrsiwar û jê fêrbûna hest û hîs û ramana welatparêzîyê û çûna nav refê hevalan û perwerdeya li wir û gotinên mamoste Rezan ku di avakirina kesayeteke durist de girîng in. Gelek caran gotinên ji mamoste Rezan bihîstine dubare dike û dixwaze derî li binhişîya Cindî veke û çi tişta têgiha tirsê xweyî dike û nahêle hêza hezkirinê xurt bibe dide ber dasa hezkirinê. “Yek ji jehra herî xurt tirsê dikuje hez kirine.” (r:127) Roj bi roj hezkirina nerm a dêyê nexşandî di hiş û gîyanî de geş û fireh dibe û talîyê dibe îradeyeke ji pola.
Xwezanîn;
Beşa sêyem, beşa dawî û ya herî çalak û bi lez e. Sedema wê dibe ku ji ber dawîlêanîna romanê û veresîn û veçirîna girêkên romanê ye. Di vê beşê de têgiha tirs, valahî, nerît, bawerî, dil, ruh û hwd. bi awayekî ontolojik û zanistî tên verisandin. Rûstemê ku bi Şêrsiwar re tev li refê hevalan dibe û di perwerdeya polê de roj bi roj dikemile û xwe ji gelek hest û hîsên berê rizgar dike;
Mamoste Rezan û Binevş her û her hewl didin ku Rûstem xwe binase, xwe ji kil û kêmasîyan rizgar bike ango bibe xwe. Nemaze dilgermî, pûtepêdan, qedirdayîn û rêberîya Binevşê dike ku Rûstem bi xwe re têkeve nav danûstandin û gengeşeyekê, bi her pirseke ji xwe têgihên di ruh û gîyanê wî û hişê wî de bi hev re berberîyê dikin. Bi monologên xwe hino hino li xwe diwarqile;
Ewil pêdihese ku avakirin ne rûxandina her tiştên do û ên kevn in. Berevajîya wê, avêtina tiştên li ser moxilê mane û bi kêrî jîyana îro û ya sibe nayên e. Ên bin moxilê divê bên parastin.
“Ji bo xweavakirinê divê xwe ji wê tirs û mêranîya sext ya ji bavî mayî paqij bikî.
Divê hevahengîyek bi rêkûpêk di navbera dil û mejî de hebe.
Hevaltî û licemhevbûn ew tişt e ku “mirin jî nikaribe tiştek jê kêm bike.” (r;168)
“Ho delalo!.. Binêr, dêhna xwe bide derdora xwe… Hemû xweşikahî û delalîya jîyanê…” jîyaneke durist û kesayeteke bi nirx bêtêkiliyeke dostane ya bi xweza û derdora xwe re ne gengaz e.
Binevş a bi xwe re aş, bi xîret û awayê xebata xwe dike ku hizr û ramana Rûstemî di der heq jinê de biguhere; “Wê hemû dîtinên me ên der heq hêza jinan de, ne bi gotinên xwe, lê bi kirin û pêkanînên xwe ve serûbinê hev dikirin.”… Li xwe hay dibûm ku min gelek dîtinên xwe ên kevn bi xwe re anîye vir. Û paşê vegerim cem wan…
Piştî êrîşa balafiran Rûstem pê dihese ku Binevşê xwe avêtiye ser laşê Rûstem û bi vî awayî ew ji mirinê filitîye lê Binevş birîndar e. Di wan kêlîkên kin ên jîyanê de diyalog û hest û hîsên di navbera wan de çalakbûyî, dibe rîtûela evîn, hêz, hezkirin û hevaltîyeke ku “mirin jî nikare tiştekî jê kêm bike;”
“Destên min..”
“Erê,germ in…”
“Na, ne ew.”
“…..”
“Gihîştin war û hêlîna xwe…Tu carî ev çend nebûbûn ên min…” (r:216)
Û… Kêlîyeke mîna ku hez bike dengê dilê xwe derbasî destên xwe bike, destên min jidandin û gîyanekî bala, gîyanekî bilind, gîyanekî jinane, gîyanekî xas û jidil gihand canê min û… Ronahîya di çavên wê de… Nermahîya kesera xwe li xwe kir heval û derbasî canê min bû… Hiş û mejî li min livand… Ava can li min kir gav… Di dilê min de geş bû, geş bû, geş bû…” (r:217)
Û berîya şehadeta Binevşê soz bexta Rûstemî ku “Tu carî çok daneynî, rê nedî çok li te bişkên…” (r:219)
Roman bi gotina Apê Ferzende;
“Hevalno, heval Rûstem çok li xwe dişkîne.
Rûstem;
“Soz û bext bû
Jêvegerîn, jixwevegerîn bû…”
Vegêr û Bergeha Vegêranî;
Di romanê de vegêr ew kes e yê çîrok û hemû bûyerên qewîmîne raberî xwendevanî dike, vedibêje. Di romanan de du cure vegêr hene; kesê yekem û yê sêyem. Her çi qasî her du vegêran hebin jî zêdetir kesê yekê yê li pêş e. Ji ber ku vegotineke bi vî awayî hem romanê nêzî jîyana reel dike û hem jî bala xwendevan bêtir dide ser romanê.
Di Bêhna Dara Sincê de her du cure vegêran jî hene. Lê bêtir kesê sêyem li pêş e û roman bi xwe jî bi wî dest pê dike;
“ji çokan ketibû”
“Xwe li dîwaran digirt û gavên xwe bi semtika û bi baldarî, berpêyî tarîyê, berpêyî tirsê diavêt.” (r;13)
“Gava du gardîyanan ez bi dehfdanê xistim hundirê qawîşê, sere pêşîn çavên min bi çend kesan ket ku li ber ranzayekê, li ber sere hevalekî rawestîyabûn.” (r;41) Heta rûpela 51emîn bûyer û qewimîn bi zarê Cindî tê vegotin û em her tiştî li gor wî dişopînin. Li vir car din nivîskar daxilî vegêranê dibe û em bi wî re daxilî bûyerê dibin. Di beşên din ên romanê de jî gelek caran vegêr dê hefsarê vegêranê bigire dest xwe û me bi xwe re kaş bike. Nemaze dema mesele tê li têgihan dialiqe û veristin û şiroveya wê lazim dibe. Ger em karekteran di nav metnê de wek vegêr belav bikin. Em dê bibinin beşa duyem (hevnasîn) heta beşa sêyem (Xwezanîn) bi ser Cindî re tê vegotin. Helbet Apê Ferzende, Serhed, Rûstem…jî car caran beşdarî vegotinê bibin jî, yê sereke Cindî ye.
Ji rûpela 135emîn ku destpêka beşa sê yê (Xwezanîn) heta rûpela 224emîn bûyer ji deve Rûstem tê vegotin. Di vê beşe de hema bêje nivîskar qet daxilî vegêranê nabe. Nivîskar dixwaze serlehengê wî bi azadî tevbigere û ya dile xwe bibêje, tişta hîs dike û daxwaz dike bijî. Vê xwejêdûrxistinê ruh û gîyaneke zindî daye Rûstem û em bi vegêrana wî re wek yek ji rêhevalê wî hîs dikin û her bûyer û qewimîn di ruh û gîyanê me de wek nexşekê tê nexşandin. Bêguman ev rêbaz yek ji teknîka vegêranê ya modern e. Nivîskar di vî awa vegêranê de hêmana “pêhisandina navendî” bi awayekî xurt bi kar tîne. Kesê rola pêhisandina navendî dayî ser mile xwe, xwe tev li bûyeran nake rasterast bûyerê vedibêje. Di her du beşan de jî heman teknîk car bi car hatîye bikaranîn.
Wek çend mînakên li jor jî dide xwîyakirin ku di vegêrana romanê de bêtir kesê yekem li pêş e. Wek vegêran rola kesê sêyem bi sînor e û di vegêranê de jî tenê bûyerê vedibêje lê desttêwerdanê li bûyerê nake. Li Ewrûpayê ji bo vê cure vegotinê nivîskarê veşarî tê gotin. Ew ne wek vegêranekî lê wek fîguranekî tevdigere.
Bêhna Dara Sincê, bi van awayên xwe yên vegêraniya cur bi cur dewlemendîya xwe ya şêwazî û teşeyê jî raberî me dike.
Şexsên di Bêhna Dara Sincê de ;
Di Bêhna Dara Sincê de şexs li gor rola xwe tên bicihkirin û navdan; kesên çalak, kesên arîkar û ên figûran. Karakter ew kes in ku bi rabûn û rûniştin û fikr û hizra xwe ji ên din cuda ne. Di romanên estetîk û ramanî de karekter wek xwe tên vegêran. Nivîskar tev li wan nabe û tu kirasan li wan nake. Ew azad û serbixwe ne.
Ber’eksê romanên estetîk, Dilawer Zeraq bi tu awayî karakterên xwe naafirîne wan ji nav jîyanê hildibijêre û bêyî ku wan îdealize bike an têk bibe nanivîse. Em hemû zanînên di der heqê karakteran de bi helwest, sekn, axaftin û rabûn û rûniştina wan ya ew bi xwe vedibêjin, pê dihesin.
Serlehengê romanê Rustem;
Xortekî nexwende, karker û ji malbateke xizan e. Ji piçûkatîya xwe de mecbûrî kar û xebatê dibe da ku arîkarîya malbata xwe bike. Derbxwarî ye lew di malbateke feodal, xizan û bavsalarî de dijî. Gelek caran hem li mal hem jî li kar rastî neheqîyan tê û dixwaze li hember wan serî hilde lê ji ber nezanîna rê û rêbazan bi ser nakeve. Lê pirs her di serî de zêde dibin û neheqî, belengazî û feqîrîyê digel ku bav bi “xweda” ve gire dide jî ew berevajî difikire û dibêje “gere rêyek din a jîyanê hebe.” Ji ber vê jî her xwedî ruhekî îsyankar e.
Binevş;
Keçeke xwende, zana, bîrbir, fedakar, aqilmend, rihsivik… Karektera herî tekûz û bêkêmasî… Çeleng û bi bejn û bal. Bi her awayî li ser xwe, bi xwezayê re li hev. Bi her hewldana xwe dixwaze hevalên xwe ji kil û kêmasîyan reha bike. Bo bikaribin bibin xwedî kesayetek durist ligel wan dide û distîne. Di kamilbûn û xwenasîn û xwezanîna Rûstem de xwedî roleke mezin e. Bi saya wê Rûstem li xwe diwarqile, bi çav û ruhekî din li jîyanê dimeyzîne.
Cindî;
Xortekî xwende, parêzer, xwedî mal û hal û zarok. Di malbeteke aristokrat de mezin dibe. Ji lîstika futbolê heta xwendina kitêb û xwedî her cure lazimîyên dewra xwe ye. Lê ew jî derbxwarî ye. Hê di zaroktîya xwe de rastî tirsê tê û ew dike ku her û her di nav mitale û fikra têkçûyînê bihizire. Bi zewac û çêbûna zaroka re tirsa wî ya ji jîyanê bêtir zorê dideyê. Digel ku zane bi çi awayî qeyd û benden tirsê bişkîne lê jixwebawerîya qels û heyînên xwe newêre bide dû şikandina tirsê.
Rêzan;
Mamostê perwerdehîyê. Ew bi rêvebirin û rêvekirin û plansazîya perwerdehîyê dixwaze kesên hatine û dixwazin xwe ji nû ve biafirînin û taliyê bo avakirina jîyanek nû û civakek durist de kar û xebatê bikin.
Apê Ferzende;
Ferzende gundîyekî nexwendî, di zarokatîya xwe de ji ber şahidîya bazdana ser keran, dilê wî û hişê wî diçelqe û ji vê kevneşopîya beredayî û dûrî insanî ji bavê xwe dûr dikeve, jê aciz dibe û nazewice. Paşê bi nasîna hevalan dide ser rêya dûr û dixwaze wê valahî, gîyanê derbxwarî bicebirîne.
Serhed;
Xortekî bajarî, xwenda lê ji çand û kultura bav û kalan dûr. Di hêla kesayeta xwe de hê nepijîyayî.
Gulçîn, Gernas, Şêrsiwar, Şîrzad, Zîlan wek fîgûran hatine bicihkirin.
Ger em karekteran ji hêla sosoyolojîk û binyadîya civakî ve binirxînin û remz û metafor temsîlîyeta wan bihizirin;
Rustem; Endamê çîna karker û xebatkar an bindest û kolonî.
Cindî; Endamê civaka navîn yê xwedan mal û milk. Birjuwazîya navîn.
Apê Ferzende; Endamê çîna gundî, jar û hejaran.
Mamoste Rêzan: Rewşenbîr, sîyasetmedar, lîder û pêşengê şoreşê.
Binevş; Azadî, serxwebûn û îktîdar.
Serhad; Xendevan, bajarî û temsîlîyeta xortan.
Gulçîn, Gernas, Şêrsiwar, Şêrzad, Zîlan; Gel bi xwe.
Zeman
Di romanên estetîk û ramanî de zeman gelekî kurt e. Hin caran di çend rojan de û hin caran di şevekê de diqede.
Bêhna Dara Sincê, bi derengî şevê vegera Xelas (Rustem) ya ji qehweya Pîç Şefo dest pê dike heta beşa duyem, her bûyerek di demeke kurt ya rojê de tê vegotin. Di beşa yekem ku ji çar binbeşan pêk tê de her bûyer di çend saetan de tê vegotin. Roja Cindî bi bedlê bavê wî nû kirî û girêdana qrewata dêya wî ew û pismamê wî diçine dibistanê… Paşê xortaniya Rûstem berêvarekê vegera mal û raketina alî bin dara since… Cindiyê digel pismamê xwe çûna dibistana navincî.
Beşa duyem bi dehfdana du gardîyanan Cindî davên qawîşê… Ev beş ji neh binbeşan pêk tê û bi tevayî çend hefteyan didome ku her yek behsa jîyana xwe ya heta wê rojê dike. Li vir zeman berfireh dibe lew bûyer gelek caran bi flaşbekan ber bi paş ve diherike. Nivîskar ji bo verisandina girêka bûyeran zemanî berfireh digire.
Di beşa dawî ku ji panzdeh binbeşan pêk tê, wext û zeman berfirehtir dibe. Ew jî ji ber sedema esasî ya armanca romanê pêk tê. Her çi qasî bi flaşbekê li paş vegere û çîrokê ji hev veçirîne jî, vegêrana wî di rojekê de diqede.
Ger em bên ser sala ku bûyer lê qewimîye, em dikarin bêjin ji salên 90î pê de ye. Lew Cindî di çîroka xwe de dibêje ez bûbûm endamê rêveberîya partîyê. Em baş zanin partîya kurdan bi DEPê dest pê kiribû.
Mekan;
Di romanê de mekan ew dever e ku bûyer û qewimîn li wir rû dane. Mekan ji danasîna xwe bêtir bi kêrhatina wê ya di romanê de girîng e. Ji ber van sedeman mekan bi hûrgilî nayên şayesandin. Tenê bi hêla xwe ya ku arîkarîya karekterî bike û ruh û zindîbûnekê bide bûyer û karekterî tê vegotin.
Mekan Di Bêhna Dara Sincê de bajarê Farqîn, gundên welêt û çîyayên welêt û zindana Dîyarbekir e.
Teknîkên Vegotinê ;
Nivîskarê romana estetîk û ramanî bo berhemeke cîyawaz û dewlemend gelek teknîkên vegêranê bi kar tîne. Di van de bîranîn, monologên hundurîn, rojnivîsk, danberheva deqan, verisandina binhişî hwd. hene.
Di romana Zeraq de, digel ku vegêrîya kesê sêyem serdest be jî, ji vegotinê bêtir raberkirin û nişandan li pêş e. Ji şayesandinên berfireh bêtir, ên dîyarkirina rewş û seknê berbiçav in. Flaşbeka rêbazeke vegêranê ye di her beş û bin beşê de, bi awayek serkeftî hatiye bikaranîn. Monologên hundirîn ligel danberhev û raberkirinê roman ji hêla vegotinê ve xurtir kiriye. Nemaze di monologên Cindî û Rûstem de, ev rêbaz bo herikbarîya romanê û bo fêrbûn û têgihîştina xwendevanî jî rêya herî baş e.
Ziman;
Çalakîya vegêranê çalakîyeke zimanî û çalakîyeke şêwazî û teşeyî ye. Bi vê taybetîya xwe roman jî wek gelek cureyên din ên hunera nivîskî li ser heyîn û hebûna zimanî bilind dibe. Nemaze romana estetîk û ramanî. Lew di van cure romanan de bûyer û çîrok bo fikr û hizrekê dibine wargeh. Bo cihana derve û hundirîn yê karekteran a rengîn bê şayesandin û vegêran divê zimanekî berz û bala bê bikaranîn. Nexwe zimanê van cure romanan nêzî şi’rê ye. Zimanekî bi metafor, bi peyvên pirwate, estetîk û xwedî asoyeke berfireh be.
Zimanê Bêhna Dara Sincê, zimanekî sade, herikbar û nerm e. Ev bi hilbijartina kesê vegêr jî eleqedar e. Karakterên romanê hemû (Mamoste ne tê de) ji civaka ne serdest û ne xwedî malbatên xwenda û dewlemend in. Ji ber vê zimanê romanê xîtabî her kesî dike û berz û bala bûna wê jî henûnîyekê di xwe de dihewîne.
“Xelasê min, Reşikê min. Kurê dêya xwe, na netirse delalo, reva ji tirsê, tirsa xav, hêza nerm, rojên xwenasînê, em biçûna dilê hev, ez tayek tenê me li malbavanê xwe, şexsîyeta tenûr,
Em rêve diçûn/ling li me zexm/pişt li me qayîm/çav li me tûj/hiş li me şîyar/dil li me geş/can li me sivik/çok li me xurt.”
Bes tenê di axaftin û vegotinên Mamoste Rezan û dema Rûstem bi monologên hundurin bi xwe re diaxive peyv û term ên felsefî û sîyasî tên bikaranîn. Ev jî ji bo serwextbûna mijarê û bo têgihîştina kûrahiya wê tê kirin.
Encam;
Bo têgihîştin û serwextbûna berhemeke wêjeyî ya li ser honaka avakarîyê hatiye çêkirin, pêdivî bi hin zanînên xwe yên ji berê de heye. Ev zanîn ji agahîyên xwe dispêrin estetîkê tên.
Min bi honaka çîrok û awayê vegêran û teşeya xwe Bêhna Dara Sincê nirxand û xwest hêla wê ya estetîkî aşkere bikim. Nemaze bi kadroya xwe ya şexsan û karaktere wan ê cur be cur û bi avakirina mekanan û lihevbanîna wan a bi bûyerê re mînakeke baş ya berhema estetîk û ramanî ye. Nemaze, Rustemê ji ber jîyana têkçûyî û genî ya tê jiyîn berê xwe dide jîyaneke din ku dê ji xwe re rastî jîyaneke dîtir û watedardir bê, deqa nivîsê dibe cîhaneke nû û çêkirî.
Nivîskar dema skêleta romana xwe ava dike, têgehên tirs, heyîn, hebûn, hezkirin ku ev giş arîşe û pirsgirêkên insanî ne berhemê dike nirxeke mirovahîyê. Bi van taybetîyên xwe berhem, bo têgihîştin û serwextbûna xwe maweyek dixwaze ji xwendevanê xwe.
Çavkanî:
www.Felsefetastasi.org
RANCİERE Jacques -Estetîğin Huzursuzluğu,İletişim Yayınları 2012
GÜMÜŞ, Semih, Roman Kitabı, Can Yay. İstanbul 2011.
KİERKEGAARD, Soren, Kişilik Gelişimin de Etik/Estetik Dengesi, Araf Yay. İstanbul,2013.
TUNALI İsmail –Estetik,Remzi Kitabevi ,İstanbul,2016
WELLEK, Réne,Edebiyat Teorisi, Dergah Yayınları, İstanbul ,2012
ZERAQ,Dilawer,Bêhna Dara Sincê,Weşanxaneya Lîs,Amed,2018
Têbinî: Kurteya vê gotarê hefteya borî li Politik-art hat weşandin.