Diyarname
Partiyên siyasî yên kurd biryar dan ku li başûrê Kurdistanê referandûmê ji bo serxwebûnê li dar bixin. HDP li ser vê yekê çi difikire? Berdevkê HDP'ê Osman Baydemîr bersiv da.
Referandûm wê 25'ê rezbera 2017'an li dar bikeve. Berdevê HDP'ê Osman Baydemîr li Mêrdînê di fitarê de axivî û li ser referandûma Başûr jî gotina HDP'ê got. Vaye bersiv û hin gotinên Baydemîr:
- Herêma Kurdistana Federe biryara referandûmê da. Ji dinyayê peyamên pîrozbahiyê tên lê ji Enqereyek peyamên tirş û tehl tên. Herêma Kurdistana Federe çi biryarê bigire tiştê diveke ser milê me em hurmetê nîşan bidin. Bila bi xêr be.
- Gavek berê mebûsê me Erol Dora bi suryanî, Mithat Sincar bi erebî, serokê rêxisztina me ya bajêr bi kurdî axivî. Vaye HDP tiştek wisa ye. Çi dikin bila bikin ev erdnîgarî dê dest ji pirdengiya xwe bernede.
- Li vê erdnîgariyê mafê gelan çi be yê kurdan jî ew e; ne kêm ne zêde.
- Li Mêrdînê vîna gel li ku ye? Di her gotinê de qala "derbeya li hemberî vîna milî" tê kirin lê ev du sal in li vir derbe çêkirine.
**
Nûçeya eleqedar:
- 15 partî û rêxistinan biryara Referandûmê da