Li Geverê bihezaran kes dijî darvekirinan meþiyan
COLEMÊRG
Bi hezaran Geverî ji ber darvekirina 2 endamên PJAK’ê ber bi Deriyê Sinor yê Bajargehê ve meþiyan û darvekirin protesto kirin.
Li navçeya Gever ya Colemêrgê bipêþengiya BDP’a Geverê bi hezaran Geverî ji bo protestokirina darvekirina girtiyên siyasî ên Kurd 26’ê Cotmehê Hebîbûlah Gulperîpûr li Urmiye û Riza Îsmaîlî Mamedî li Selmasê ji aliyê rejima Îslamî ya Îranê ve ber bi Deriyê Sinor yê Bajargehê ve meþiyan.
Endamê MP BDP’ê Abidîn Enîþ, Serokê BDP’a Colemêrgê Rehmî Kurd, Endamên Meclisa Giþtî ya Bajar, Serokê BDP’a Geverê Naîl Dûrmaz, Serokê BDP’a Þemzînanê Cebar Taþ, Serokê BDP’a Çelê Serwet Tunç, Serokê BDP’a Bajarokê Bajargehê Tehsîn Kaya, Wekîlê Þaredarê Colemêrgê Abdulah Kiliç, Þaredarê Geverê Ercan Bora, Þaredarê Geverê Sedat Tore, Wekîlê Þaredarê Bajargehê Tacedîn Þefali, endamên Meclisa Þaredariya Bajar û Navçeyan, Înîsiyatîfa Dayîkên Aþtiyê, Serokê Þaxa Kurdî-Der ya Geverê, nûnerên rêxistina bajar û navçeyan ya KESK û DÎSK’ê jî di nav de heyî bi hezaran kes beþdarî meþê bûn.
Li gel xelkê Geverê, ji navçe û Colemêrgê jî beþdarî meþê bûn. Bi sedan kesên ku 3 km mayî ji Bajarokê Bajargehê bi hezaran kes ji wesayîtên xwe hatin xwar û ber bi deriyê sinor ve meþiyan û pankartên “Îran sebra me neceribîne, ew ben dê bikeve stoyê te”, “Li çiya PKK, li kolana YDG-H”, “Þehîdên me yên Xakurkê bêmirinin”, “Ev gel dê jiyaneke bê Serokatî qebûl neke, bila faþîstên komploger bicehnimin” vekirin.
Mesa ku li ber Deriyê Gumrikê yê Bajargehê bidawî bû, Serokê BDP’a Geverê Naîl Dûrmaz axivî û got: “Pêwîste îro dengê me ji vir bigehe Tehranê. Bila Îran dengê me bibihîze” û darvekirina Gulperîpûr û Mamedî þermezar kir.
Piþtî Dûrmaz Serokê BDP’a Colemêrgê Rehmî Kurt axivî û balkiþande ser dîwarê þerê ê li ser sinorê Rojava tê çêkirin.
Kurt da diyarkirin ku, sinorên dest çêkirî dê nekarin li pêþiya yeketiya gelê Kurd bibin asteng, yên ku bi salan dijminahiya Kurdan kirin, Kurdistan kirin 4 perçe. Em û welatiyên me ên aliyê din yê sinor birayê hevin. Em weke gûþt û neynokin. Nikarin me ji hev bikin. Yên ku pêvajoya çareseriyê ya Birêz Ocalan pêþxistî firsend dibînin, di navbera xwiþ û birayan de dîwar çêdikin. Em weke gelê Kurd bêy ku bêzar bibîn dê çalakiyên xwe yên protestoyî berdewam bikîn û dê wî dîwarî birûxînîn.”
Kurt bertek nîþanî darvekirina girtiyên siyasî ên Kurd ji aliyê rejima Îranê ve jî da û wiha got: “Beriya çend rojan 2 hevalên me ên Kurd ji aliyê dewleta Îranê ve hatin darvekirin. Bila Îran baþ bizane, yên beriya wan jî û yên piþtî wan nî nekarîn gelê Kurd bitewînin û nikarin bitewînin jî.”
Rehmî Kurt, Behzat Ozer yê 8 salî ku ji ber zêdehiyên teqemeniya leþkeran jiyana xwe ji dest dayî bibîr anî û wiha axivî: “Ji mirina Ozer dewlet berpirsyare.”
Endamê Meclisa Partiya BDP’ê Abidîn Enîþ jî da diyarkirin ku, bi salane hikumetek weke Îranê, hertim sîstema dagirkeriyê di bin navê polîtîkayên Îsalmî de meþiyan diye û got: “Lê belê sîstemên ku dibêjin em Îslamin, tu eleqeya wan bi Îslamiyetê re tune ye. Bisalane kesên ku dibêjin ‘Ez kurdim’ dewletên derdor dibêjin ‘hûn cûdakarin, terorîstin’ dikujin. Em ji wan re dibêjin, cûdakar hûnin, terrorist jî hûnin. Em li vir bang li cîhanê dikîn. Ev ciwanên hatin kuþtin, ji ber çi hatin kuþtin? Gelo dizî kirin? Na, weke her kesê wan jî daxwaza mafê xwe yê mirovî kirin. Gotin em kurdin û ew kuþtin. Þermek mezine ku gelên cîhanê li hemberî van komkujiyan bêdeng dimîne.”
Piþtî axaftinan girse ber bi Geverê ve ket tevgerê.