Diyarname
Festîvala payîzê “Fîlmekîmî” ku îsal di navbera 28 rezber, 6 kewçêrê de wê li dar bikeve, îsal ligel Stenbolê diçe 7 bajarên din ku di nav van de Amed, Batman û Entab jî hene.
Weqfa Çand û Hunerê ya Stenbolê (ÎKSV) ev 12 sal in Fîlmekîmî li dar dixe. Îsal di nav bernameyê de li dor 40 fîlmî dê hebin, gelek fîlmên xelatgirt jî dê derkevin pêşberî temaşevanan. Fîlmekîmî di sala 2002’yan de dest pê kiribû û her sal hinek zêdetir eleqe kişandibû. Par 47 hezar temaşevan çûbû li fîlman temaşe kiribû û tijebûna salonan sedî 99 bû.
Fîlmekîmî wê 28’ê rezberê li Stenbolê dest pê kir. Di navbeda 28-30’ê mehê li Bursa, 4-6’ê kewçêrê li Îzmîr, 11-13’yê mehê li Trabzon û Enqere, 25-27’ê mehê li Entab û Amedê, di navbera 28-30’ê kewçêrê de jî li Batmanê dê li dar bikeve.
Îsal Vodafone FreeZone bûye sponsorê festîvalê û yên endamtiya wan ya vê GSM’ê heye bilêtek dê bikirin yek jî bê pere bi ser de bigirin.
Roja 21’ê rezberê dê dest bi firotina bilêtên fîlman bê kirin. Buhaya bilêtan jî nava hefteyê di seansên 11.00, 13.30 û 16.00 de bi 5 TL, nava hefteyê 19.00 û 21.30 û dawiya hefteyê 15 TL, buhaya erzan jî bi 10 TL’yan e.