Diyarname
Bernameyeke din a wêjeyî li bernameyê televîzyonên kurdî dibe: Deriyê Din. "Deriyê Din" vê şemiyê di Ronahî TV de dest pê dike.
Nivîskarê malpera me Helîm Yûsiv heta niha di kanalên kurdî de hin bername saz kiribû û pêşkêş kiribû. Herî dawî bernameya wî bi navê "Gava Sêyemîn" di Roj TV de hatibû weşandin. Niha Yûsiv dest bi bernameyeke nû dike. Navê bernameyê "Deriyê Din" e. Nivîskarê me Yûsiv li ser nav û naveroka bernameyê wisa got: "Her malek deriyekî wê heye. Her kes pê dizane û xuyanî ye. Lê ji bo her malê, wisa jî ji bo her mijarê, dibe ku deriyekî din hebe. Eger mirov riya deriyekî din nas neke, dê mirov di malê de, an li derveyî malê, asê bimîne û wê nikaribe ne derbas be, ne jî derkeve. Bi vê mebesta ku deriyekî nû ji bo wêjeyê vekin, min nav kir deriyê din, ku ew bi xwe deriyê wêjeyê ye."
Helîm Yûsiv di Deriyê Din de her hefte dê kesek bike mêvan li ser roman, çîrok, helbest, şano, rexne, nirxandin, lêkolîn, hemû gelemşeyên çand û zimanê kurdî pêre gotûbêj bike. Her wiha di bernameya nû de digel van xalan dê ji mêvan pirsên aktuel jî bêne û bername bi aktuelbûna xwe jî balê bikişîne.
Bernameya "Deriyê Din" wê du hefteyan carekê êvara roja şemiyan saet: 22:00'an (li gor dema rojavaya Kurdistanê), li ser ekranên Ronahî TV bê weşandin.
Vê şemiyê (27'ê mehê) wê yekemîn bernameya Deriyê Din bê weşandin.
Ji bo têkiliyê: halimyusiv@hotmail.com
Li reklama bernameyê temaşe bikin: