Diyarname
Derhênerê ji Koreyê Kim Ki-Duk ku par li Festîvala Venedîkê bi fîlmê xwe "Pieta" Xelata Şêrê Zêrîn girtibû, îsal bi "Moebius"ê beşdarî heman festÎvalê bû. Ev fîlmê derhêner niha li Festîvala Payîzê Filmekimi jî tê nîşandayîn.
Fîlmê Kim Ki-Duk li welatê wî Koreyê di encama nîqaşên sansurê de bi zorê destûr girt bû bê nîşandayîn. Fîlm meha borî li Festîvala Venedîkê jî hat nîşandayîn. Fîlm li ser têkiliyê cinsî parçebûna malbatê derdixe pêş. Bavê ku teslîmê azweriyên xwe bûye, kurê ku li hemberî bavê xwe hesûdî dikişîne û dayikek ku bi awayekî trajîk encambûna wan dişopîne. Dayik, li hemberî nesadiqbûna mêrê xwe kurê xwe bi birîndarî ceza dike. Bavê ku di bin hestê sûcdariyê de dieciqe, kîrê xwe ku wekî sûcdarê van tiştan hemûyan nîşan dide jê dike û xwe dixe xizmeta kurê xwe. Birîn baş dibin, lê dawiya bûyeran dayên.
Fîlm bêyî ku axaftin lê hebe derdê xwe tîne ziman ku ev jî serketineke din a fîlm e.
Fîlmekimi ku li Stenbolê roja 27'ê rezberê dest pê kir, heta 6'ê kewçêrê dê li dar be. Her wiha Filmekimi vê mehê piştî Stenbolê li bajarên wekî Îzmîr (4-6'ê mehê), Enqere (11-13'yê mehê), Trabzon (11-13'yê mehê), Amed (25-27ê mehê) û Entabê (25-27'ê mehê) jî li dar dikeve.
Kunye:
- Ji KİM Kİ-DUK "MOEBIUS"
Derhêner: Kim Ki-duk
Lîstikvan: Cho Jaehyun, Seo Youngju, Lee Eunwoo
Kore, 2013
DCP / Rengîn / 89 deqe
Bêaxaftin
Rojên nîşandayînê: NC 27 în. 19.00 / NC 1 sêşem. 16.00 / B 3 Pêncşem. 16.00 / A 4 În. 19.00 / B 6 Yekşem. 16.00
***
Nûçeya eleqedar:


