Diyarname
Weşanxaneyeke nû li weşanxaneyên kurdan zêde bû. Weşanxaneya bi navê Berbang li Stenbolê hat avakirin û hedef ew e tenê bi kurdî weşanê bike.
Edîtorên weşanxaneyê çîroknivîs Çiya Mazî û helbestvan Şivan Zeren in. Weşanxane ku navenda wê li Beyogluya Stenbolê ye, dê li ser kurdî weşana xwe bike û tenê dê pirtûkên bi kurdî biweşîne.
Ji bo kesên bixwazin bi Berbangê re bikevin têkiliyê e-maila wan: wesanenberbang@gmail.com


