Xelata Astrîd Lîndgre didin Meg Rosoff
Stockholm
Xelata Alma ku ji bo bîranîna nivîskara navdar a swêdî Astrîd Lîndgren tê dayîn û wekî Xelata Wêjeyê ya Nobelê ya zarokan tê pênasekirin, îsal didin nivîskara ji DYA’yê Meg Rosoff.
Di civîna çapemeniyê ya li Pirtûkxaneya Qraliyetê ya li Stockholmê de jûriya Weqfa Alma xelatgir ragihandin. Hat gotin ku pirtûkên ku Rosoff ji bo ciwanan nivîsandine, hem xîtabî hest hem jî têgihîþtinê dikin û xwendevanan tu carî xemsar nahêlin.
Seroka Jûrî Boel Westîn da zanîn ku karekterên di romanên Rosoff de cih digirtin, hem empatiyê hem jî hurmetê nîþan didin û di heman demê de bi rexneyî nêzîk dikin. Westîn diyar kir, Rosoff nivîskareke ku sînoran nû dike û bi rezdarî nêzî mirovan dibe.
Meg Rosoff di 16.10.1956'an de li Bostonê hatiye dinê. Wê Zanîngeha Harwardê xwendiye û heta niha 6 jê pirtûkên zarokan nêzî deh pirtûkan nivîsandine. Her wiha wê berê jî bi pirtûkên xwe çar pênc xelat girtine. Mef Rosoff niha li Îngilistanê dijî.
Ji bo xelata îsal a Alma, ji 59 welatan 215 nivîskar û sazî wekî berendam nîþan dayîn û Rosoff gihîþt miraza xwe.
Xelata Astrîd Lîndgren wê di 30’ê gulanê de li Mala Konserê ya Stockholmê bi merasîmekê xelata Rosoff pêþkêþî wê bikin.
Astrîd Lîndgren ku di sala 1907'an de hatiye dinê û di sala 2002'yan de wefat kiriye li dinyayê di warê pirtûkên zarokan de navdar bûye. Pirtûkên wê ji bo gelek zimanan hatine wergerandin, per wiha ji bo kurdî jî hatine wergerandin.