Diyarname
Di Şampiyoniya Boksa Giran a ku li Oberhausen a Almanyayê li dar ket de boksorê kurd Agît Kabayel bû şampiyon. Kabayel piştî serketinê "Diruşma Bijî Rojava" bilind kir û banga piştgiriya Rojava kir.
Boksor Kabayel û reqîbê wî yê ji Danîmarkayê Damian Knyba roja 10'ê mehê li Rudolf-Weber-Arenayê hatin hemberî hev. Di raunda 3'yan de Kabayel reqîbê xwe têk bir.
Li salonê bi ser 10 hezar kesî re li maçê temaşe dikirin. Di salonê de temaşevanan diruşmê "Agît, Agît", "Bijî Rojava", "Bijî Kurdistan" bilind kirin. Piştî serketinê Kabayel ala Kurdistanê bilind kir.
Foto ji hesabên Kabayel hatine girtin


