Diyarname
Li ser "Îro hilbijartin çê bibe hûnê dengê xwe bidin kîjan partiyê?" lêkolîneke dawî çêbû. Vane encam:
Li gor hevpeyvîna Neşe Duzel a di Tarafê de ku bi xwediyê şîrketa lêkolînê A&G Adil Gür re kiriye, di dema dawî de du partiyan dengên xwe zêde kirine: BDP û MHP.
Lêkolîn di rojên 26-27'ê berfanbara 2009'an û hefteya yekem a 2010'an de hatiye kirin û bi giştî bi 2412'an kesî re hevdîtin hatiye kirin. Li gor vê yekê AK Partî ku di hilbijartina herêmî ya par de sedî 38.4 girti,û niha dengên wê daketine sedî 32-33'yan.
Vaye encama îro hilbijartin çêbe dê çawa be:
AK Partî: Sedî 32
CHP: Sedî 21
MHP: Sedî 19
DTP: Sedî 7
TDH: Sedî 6 (Tevgera Mustafa Sarigul ku hê nebûye partî)
Saadet Partisi: Sedî 5


