Diyarname
Weşanxaneya Avestayê yek jê yê çîrokan, yek jî helbest du pirtûkên nû pêşkêşî xwendevanên kurdî kir. Ji van pirtûka helbestan "Kes Tunebû" ya Bêrî Bihar û pirtûka çîrokan "Dojeha Veşartî" ya Bawer Rûken hatin weşandin.
"Kes tunebû" lê helbest hene
Helbestên Bêrî Bihar bi navê “Kes tunebû” di nav rêza Şahmaranê de ji weşanên Avesta derketin. Şahmaran ku ev çend sal in berhemên wêjeyî ên jinên kurd diweşîne; heta niha di vê rêzê de 20 pirtûk çapkirine.
Helbestvan Bêrî Bihar, li gundekî Elihê hatiye dinyayê. Di sala 1995'an de Zanîngeha Gazi li Enqereyê Beşa Mamostetiyê temam kir. Pênc salan wekî mamoste li Riha û Amedê xebitiye. Bihar, paşê dev ji mamostetiyê berdaye û bi karê nivîsandinê re mijûl e. Li gel nivîsandina helbestan çîrokên zarokan jî dinivîse. Ew, bi karê pedagojiyê mijûl e. Berhemên wê yên çapbûyî: Qeşem (Helbest, Stemnol 2002), Buwariya hestên lerizî (Helbest, Stenbol 2005), Sara (çîrokên zarokan, Stenbol 2008)
Çarînek ji pirtûkê:
Ew maça ku heyvê ronahî dikir
Dihejand dil ji erd heya esman,
Niha bûye mêvan.
Lê tu ne li mal î…
Ji nava "Dojeha Veşartî" çîrok hatin
Pirtûka yekem a Bawer Rûken a çîrokan “Dojeha Veşartî” ji Weşanên Avestayê derket.
Nivîskarek… Tenê di odeyekê de… Di odeyê de perdeyek, şimik, pênûs, mase, kursî, lênûsk, textê razanê û pirtûk hene. Û rojekê nivîskar winda dibe.
Bawer Rûken, di sala 1985'an de li gundê Hajîlerê ya Hewaga Rihayê hatiye dinyayê. Di sala 2010'an de Zanîngeha Mêrsînê Fakulteya Perwerdehiyê Beşa Mamostetiya Seretayî qedandiye. Çîrokên wî di kovara Çirûskê û Tîrojê de û nivîsên wî jî di rojnameya Azadiya Welat de hatine weşandin. Her wiha Rûken, di pêşbaziya Çîrok û Helbestan a Huseyîn Çelebî de bi çîroka xwe xelat girtibû.
Dojeha Veşartî / Bawer Rûken / Avesta / Çîrok / 88 rûpel
Kes tunebû / Bêrî Bihar / Avesta / Helbest / 64 sayfa