Diyarname
Li Tirkiyeyê şîrketên elektrîkê sedî 22 buhaya elektrîkê zêde kirin. Bi vê yekê dê bêrîka mirovan vala bibe.
20 şîrketên girêdayî Şîrketa Anonîm a Belavkirina Elektrîkê ya Tirkiyeyê (TEDAŞ) serî li Lijneya Sazkirina Piyaseya Enerjiyê (EPDK) dan û destûra zemkirina elektrîkê xwestin. EPDK'ê ev daxwaza wan erê kir û bi vê yekê re zem li elektrîkê kirin.
Li gor vê yekê li avahiyan sedî 21, li sanayiyê jî sedî 22 buhaya elektrîkê zêde kirin. Ev buha dê ji 1'ê tîrmeha 2008'an û wêde bikeve jiyanê.
Di havîna germ de ku her kes klîmayan bikar tîne dê sedî 22 zêdetir pere ji bêrîka wan derê.


