Diyarname
Di Kûpaya Ziraatê ya Tirkiyeyê de maçên Dora 5'an hatin lîstin, yên derketin Dora 16'an diyar bûn. Surprîz ji aliyê Erzincanê ve hat pêkanîn.
Maçên Dora 5'an van sê rojên dawî hatin lîstin û ev dor temam bûn. Encam wisa çêbûn:
- Karagumruk-Kirklareli: 2-0
- Kasimpaşa-Bandirma: 0-1
- Hatay-Sakarya: 5-1
- Ankaragucu-Rizi: 3-1
- Beşiktiş-Eyup: 4-0
- Başakşehir-Bolu: 1-0
- Antalya-Pendik:2-1
- Gaziantep-Bodrum: 1-0
- Alanya-Samsur: 1-3
- Adana Demir-24Erzincan: 2-2 (Bi penatiyan 6-7, Erzincan bi ser ket)
- Fenerbahçe-Adana: 6-0
- Sivas-Keçiorengucu: 3-2
- Kayseri-Gençlerbirligi: 1-2
- Konya-Goztepe: 2-1
- Trabzon-Manisa: 3-1
- Galatasaray-Umraniye: 4-1
Tîmên bi ser ketin derbasî Dora 16'an bûn. Surprîza vê dorê Erzincan bû. 24 Erzincan Spor di koma Amed Spor de, di rêza 4'emîn de ye. Adana Demirspor di Lîga Super de di rêza 6'an de ye. Adana Demir favorî bû, lê Erzincanê ew şand mal.
Di Dora 16'an de reqîb dê çawa bin, 22'yê mehê bi pişkeyê dê diyar bibin.


