Diyarname
Çapemeniya tirkî her ku diçe zêdetir deriyên xwe ji bo nivîskarên demokrat digire.
Li Milliyetê piştî Nuray Mert, Hasan Cemal û Can Dundar vê carê Prof. Mithat Sancar ji rojnameyê hat qewirandin.
Sancar ku ji bo rojnameyê qunciknivîskarî dikir herî dawî çûbû Başûr bi Serokê Rêveberiya Konseya KCK'ê Cemil Bayik, Hevserokê PYD'e Salih Muslim re hevpeyvîn kiribû û weşandibû.
Îro ragihandin Sancar ku dê êdî ji bo wan nenivîse. Rojnameyê îdîa kir ku di çarçoveya "Tasarrufê" de ev biryar hatiye girtin.