logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!
  2. Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de
  3. Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket
  4. YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê
  5. 6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin
news-details

Sosyolog Beşîkçî: Kurd divê ne aştiyê wekheviyê bixwazin

Sosyolog Îsmaîl Beşîkçî li ser daxwaza kurdan wisa got: "Kurd divê ne aştiyê wekheviyê bixwazin."

  • Dîrok: 08/11/2008
  • Beş: Nûçe

 

Cemil Oguz

Sosyolog Îsmaîl Beşîkçî li ser daxwaza kurdan wisa got: "Kurd divê ne aştiyê wekheviyê bixwazin."

Li TUYAP'ê ji aliyê Weşanên Evrensel û kovara Tîrojê ve paneleke bi navê "Kurdên 68'an, 68'ê kurdan" li dar ket. Di panela ku bi eleqeyeke baş re rû bi rû ma de Gerînendeyê Weşanê yê HAYAT TV û nivîskar Aydin Çubukçu, nivîskar Faîk Bulut û sosyolog Îsmaîl Beşîkçî wekî axifger beşdar bûn.
Pêşî Çubukçu dest bi axaftinê kir, da zanîn ku 68 gelek rengîn bûn, di rastiya xwe de xwendekaran zanîngeheke xweser û demokrat dixwazin lê ev tevger veguherî bingeheke antî-emperyalîst.

Denîz Gezmîş bi kurdan re eleqedar dibû

Aydin Çubukçu got, "Di nav tevgera 68'an de gelek hevalên kurd hebûn" û wiha berdewam kir: "Lê di nav 68'an de kurdên xwendekar ne rêxistineke bi hêz bûn. Diruşma me ya Tirkiyeyeke serbixwe kurdên hevalên me eleqedar nedikir, herhalde ev yek pirsgirêka wan di nava xwe de nedihewand. Ev yek ji pirsgirêka dema me bû. Lê di nav avakarên THKO û rêxistinên din de jî hevalên me yên kurd hebûn."
Nivîskar Çubukçu da zanîn ku di nav TÎP'ê de xalên ku kurdan dihewîne hebûn lê di nav Dev-Gençê de ev xal nîn bû û wiha bendewam kir: "Lê Yên ku ev yek ferq kiribûn jî hebûn. Denîz yek ji wan bû. Wî bi hevalên me yên kurd re têkilî datanî. Ev taybetiya Denîz û derdora wî bû. Digel van yekan reheke ku kurd di navê de derdê xwe bînin ziman nîn bû. Ger em li ser wê demê biaxvin divê pêşî li ser vê em xwerexneyê bidin. Bi giştî nêzîktêdayîna 'pirsgirêka kurd bila niha bimîne' hebû."

1920’an de mejiyê kurdan hate perçiqandin

Dûre sosyolog Îsmaîl Beşîkçî jî axivî li ser serdena salên 1920'an sekinî; da zanîn ku kurdan derbeya herî mezin di salên 1920'an de ji emperyalîzmê xwar, wê demê Kurdistan hat parçekikirin; bû wekî mirovekî ku mejiyê wî hatibe parçekirin.
Beşîkçî li ser serdema 68'an jî sekîn û ev tişt anîn ziman: "68 li dijî emperyalîzmê bû lê li ser emperyalîzma ku di salên 1920'an de kurd parçe kirin tiştek nedigotin. Îdeolojiya fermî dixwest salên 1920'an veşarî bimîne, neyê lêkolînkirin, nedixwest kes balê bikişîne ser vê demê."
Sosyolog Beşîkçî diyar kir ku veqetîna kurdan a ji Partiya Karkeran û avakirina wan a DDKH destpêkirina çêbûna zanîneke siyasî ye û bi vî awayî gotinên xwe domand: "Digel vê zanînê jî diruşmên kurdan hemî yên çepgiran bû. Hê wekî çepên Tirkiyeyê li meseleyê mêze dikirin. Pirsa çima Kurdistaneke Iraq, Îran, Sûriyeyê heye yê kurdan nîn e nedikirin. Ev nakokiyeke û li ser vê nedifikirîn. Kurdan rêxistina cihê ava kir lê hê wekî çepên Tirkiyeyê difikirîn. Pirseke wisa bi wan re nîn bû."

Îsmaîl Beşîkçî gotina, "Dema 68 û kurd bê gotin divê li ser fêmkirina Kurdistan jî bê sekinîn" bikar anî û wiha berdewam kir: "Wê çaxê fêmkirina Kurdistan nîn bû lê niha heye? Bi ya min niha jî fêmkirineke wisa nîn e. Lê ferqeke wisa di navbera wê demê û vê demê de heye: salên 60'an de bi kurdan de pêzanîna parçebûna kurdan a di salên 1920'an de nîn bû, lê niha bi kurdan re ev zanîn heye."
Beşîkçî da zanîn ku kurd wê demê diçûn gundan bi tirkî propaganda dikirin û ev jî dibû sedema asîmîlasyonê (pişaftinê). Îsmaîl Beşîkçî li ser serdema niha jî ev gotin anî ziman: "Kurd di salên dawî de aştiyê dixwazin. Kurd divê aştiyê nexwazin. Di salên 1930'yan de îdeolojiya fermî qala aştiyê dike. Kurd divê ne aştiyê wekheviyê bixwazin."


Kurd divê perwerdehiya bi kurdî wekî mafek kolektîf bixwazin

Piştî Beşîkçî nivîskar Faîk Bulut dest bi axaftina xwe kir, da zanîn ku Mîtîngên Rojhilat taybetiyeke Rojhilat derdixin holê lê kurd hene nîn e wê dernaxin holê û wiha berdewam kir: "Keda herî objektîf a çepgirên Tirkiyeyê ya ji bo kurdan anîna ziman a gotina 'tayînkirina mafên neteweyan' e. Dema qala tayînkirina mafê neteweyeke wisa bê kirin kurd tê gotin. Belê kêmasiyên çepgiran hebû lê ev ne bi zanîn bû. Digel vê kêmasiyê jî çepgiran pêşiya kurdan jî elewiyan jî vekir."
Bulut diyar kir ku wê demê ji bilê "Şerefname"ya Şerefxan, pirtûkek li ser Merwaniyan zêde pirtûkên li ser dîroka kurdan nîn bûn û diyar kir ku wan pirtûka Îsmaîl Beşîkçî ya "Dogu Anadolu Duzenî" (Pergala Rojhilatê Anatoliyê) wekî nan û pîvaz ji dest hev direvand.
Bulut li ser kurdî jî wisa got: "Kurd dema derdê xwe bi kurdî neynin ziman ew xwe bi xwe asîmîle dikin. Kurd divê ne wekî mafê kesî, wekî mafekek kolektîf perwerdehiya bi kurdî bixwazin. Ji ber ku di 80 salên dawî de dewletê kurd asîmîle kirine divê kurdî bike dersa mecbûrî, bazarê bi kurdî saz bike. Her wiha divê kesên ku ji bilî tirkî kurdî jî hîn bibin di ketina zanîngehê 10 pûnan avantajê bide wan. Em kurd jî divê di kurdî de israrê bikin."

Faîk Bulut serdema 68'an "wekî serdema qebûlkirina nasnameya bi kurdî bi nav kir" li ser peymanên ser kurdan jÎ da zanîn ku kurdan hê Lozan û Sevr tam nenirxandine û fêm nekirine.

***

Bi şertê nîşandayîna çavkaniyê her kes dikare nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê bikar bîne. Bêyî nîşandayîna çavkaniyê bikaranîna nûçe, nivîs û fotoyên Diyarnameyê qedexe ye.

Parve Bike

Youtube Me

Qîmeta Singên Jinan

news

Diyarname: Fotoya Nûçeyê:'Şahbanûya Afrîkayê' li Hevselê xwe da ber tîrêjên rojê

news

Dengê Helbesta kurdî derket!..

news

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

news

18'emîn Fûara Pirtûkan a Hewlêrê

news

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news

Arjen Arî bi hin çalakiyan wê bê bibîranîn

news

Cegerxwîn, 42 sal derbas bûn

news

Ji gotinên navdar ên dinyayê heta Kî Ne Em?

news

Lingên Saba, tevgera Diagne

news

Helbestên erotîk êdî bi kurdî ne

news

Li Pişt Camekanan

news

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news
Nûçe - Nivîsên Dawî
news
  • 27 10 2026

Der barê Zanîngeha Rojava û Zanîngeha Kobanî de biryarên nû

news
  • 26 10 2026

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

news
  • 26 10 2026

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

news
  • 26 10 2026

6 xizmên lîstikvanê Amedsporê mirin

news
  • 24 10 2026

5 lîstikvanên Qamişlo Spor û ajokar birîndar bûn

news
  • 23 10 2026

Li Amedê pirtûkxaneyeke nû hat vekirin: Pirtûkxaneya Medya

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Navê te bi çi qasî ye?

  • Cemil Oguz
news

Mirina Stalîn

  • yeqîn h.
news

Ne ev lê tiştek din

  • Mesûd Qeya
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
Ev jî hene
ad

Aras: Evdalê Zeynikê lîrîzma klama kurdî temsîl dike

ad

153 nivîskar: Sally Rooney ne terorîst e

ad

Li Bazîdê Xanî û Seîdê Kurdî hatin nîqaşkirin

ad

'Ji nav wijdanên me deng derxe!'

ad

"Şarlo"ya nû derket

ad

Piştî 250 salan nameyên evînê vekirin û xwendin

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Konsera Delîl Dîlanar gelek xweş bû lê beşdar ji kilama têr nebûn!

  • 26 10 2026
news

Axaftinên û encamên di hilbjartina Baroya Stenbolê de

  • 26 10 2026
news

Li Brezîlyayê Lula carek din bi ser ket

  • 26 10 2026
news

YBŞ ket bin banê hêzên Iraqê

  • 26 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname