Diyarname
Serokomarê Tirkiyeyê Abdullah Gul zagona 5767'an erê kir. Bi vê yekê TRT dê bikaribe bi kurdî weşanê bike.
Digel Zagona Radyo û Televîzyonên Tirkiyeyê, guherîna der barê Radyo u Televîyonan de ji aliyê Serokwezîr Tirkiyeyê Abdullah Gul ve hate erê kirin. Bi vê yekê dê TRT bikaribe bi kurdî weşanê bike.
Zagon bêyî qala kurdî bike di xala girêdayî weşanên cihê de wisa dibêje: "Ev sazî dikare bi ziman û lehçeyên cihê weşanê bike."
Li gor vê xalê televîzyon dikare bi îngilîzî jî, bi kurdî jî, bi almanî jî weşanê bike. Bi gotineke din midûriyeta îro dikare dest bi kurdî bike, sibê yekî/a din bê dikare weşana bi kurdî betal bike û dest bi weşaneke bi zimanekî din bike.


