Diyarname
Hunermenda navdar Madonna di çarçoveya tûrneya dinyayê de vê havînê de rêya xwe bi Tirkiyeyê ve jî dixe. Madonna di 7'ê pûşperê di li Stenbolê dê li Stada TT Arenayê derkeve pêşberî hezkiriyên xwe.
Madonna di çarçoveya tûrneya dinyayê de DYA, Kanada, Amerîkaya Başûr û Avustralya jî têde dê li gelek welatan 50 konserî pêşkêş bike.
Madonna du sal berê jî dest bi tûra dinyayê kiribû, ev tûrneya wê du salan dom kiribû û bi giştî 408 mîlyon dolar bi dest xistibû.
Di tûrneya niha dê li dar bixe de Madonnaya ku ev çend sal in her tê gotin ku dê were Tirkiyeyê û her carê gotin derew derdikeve vê carê teqez tê Tirkiyeyê. Li gor nûçeya malpera Madonnayê ewê 7'ê pûşperê li Stenbolê konserê bide. Bilêtên konserê roja 24'ê vê mehê dê bêne firotin.
Madonnaya 53 salî yekem car di sala 1993'yan hatibû Tirkiyeyê.