Diyarname
Çîroka ambulansan wisa ye: Heyva Sor a Kurdistanê li Ewropayê di encama komkirina alîkariyê de 10 ambulans ji bo Rojava şandin. Lê ambulans ev 12 roj in li Başûr disekinin û nahêlin derbasî Rojava bibin. Li gor nûçeya Rûdawê ambulans îro ji ser deriyê Sêmelka şandin Rojava. Di heman demê de Rûdawê nûçeya di televîzyonê de jî weşand û îdîa kir ku êdî Deriyê Sêmelka jî vekiriye. Nûçegîhanê Rûdaw TV bi xwe dibêje piştî 12 rojan ambulans şandin.
Lê pirs li holê mane: Çima 12 nehiştin ambulans derbasî Rojava bibin. Rêveberiyeke çima ambulansan dide sekinandin, ne rojek, du roj, hefteyek û bi temamî 13 roj? Ger di van 12 rojan de ji ber nebûna ambulansek/ambulansan hin birîndar miribin?
Pirsek din: Dibêjin heta wêneyên Mele Mustefa Barzanî li ambulansan nedan, destûr nedan ku wan bişînin Rojava. Ev îdîa çiqas rast e yan na nediyar e, lê di dîmenan de diyar e ku wêneyê Barzanî paşê li ambulansan dane.
Pirsa din jî ev bû ku wekî îdîa di çapemeniyê de cih girtibû: "Hinek çavkaniyên herêmê diyar kirin ku rêveberiya herêmê dixwaze ambulansan wekî ku wan diyarî kirine nîşan bide, lê ji ber ku ev nehatiye qebûlkirin, destûra derbasbûna wan nedaye."
Wekî encam: Pirs li holê ne. Lê tiştê eşkere, bi selametî be jî waye ambulans derbas bûne. Bi hêviya dê careke din astengkirinên wisa çênebin.


