EFRÎN
Tevgera Ciwanên Kurd li Efrînê di çarçoveya hefteya çandî û ji bo bîranîna Rêveberê Kurd Ebdulrehman Qasimlo pêşengeha karîkatoran organîze kirin.
Di pêşengehê de gelek resmên karîkaturî ku ji aliyê hunermendê kurd Semîr Îbo û Cemal Menan ve hatibûn amadekirin li ser riya Raco hatin pêşkêş kirin. Welatiyan bi baldarî eleqe nîşanî pêşengehê da û kêfxweşiya xwe anîn ziman.
Di pêşengehê de 40 tabloyên ku li ser rewşa siyasî, civakî û aborî ya gelê Efrînê ne hatin pêşkêş kirin.
ANHA


