Diyarname
Lijneya Dîsîplînê ya BDP'ê bi awayekî awarte li hev civiya û biryara avêtina ji partiyê ya Abdullatîf Çekin ku li hemberî keçikên ciwan îstîsmara zayendî kiribû da. Lijneyê wisa got: "Li gor xalên bi meseleyê ve girêdayî yên Rêziknameya Partiyê em biryara avêtina ji partiyê ya Çekin da. Ji niha û pêde tu têkiliya vî kesî bi partiya me ve nemaye."
Di heman demê de Çekin jî nameyeke ji çapemeniyê re şand, îdîa kir ku li hemberî wî komployek hatiye çêkirin û wisa got: "Ji ber bûyerê, ji bo ku BDP ku ez endamê wê me zirarê nebîne ez ji partiyê, Cîgiriya Şaredar û ji endamtiya Meclisa Şaredariyê îstîfayê dikim."
***
Nûçeya eleqedar: