Kor e çavên te Xwedêyo
Jana seyda
Ji bo Cuneyt û zarokên weke wî
Zarokek bûm, min dixwest kêlîkekê çavên qederê (bi awirekê be jî) li ser birîna xwe ya vekirî ji berî sedsalan de vekim..
Kor e çavên qedera min..
Kor e çavên xwedayê min..
Xwedêyo
Ewrek di destê min de bû, balgeha min î zîvîn bû
Dem hat û di Newrozê de
Ji destê min þemitî
Hezar baran di çavên min de hiþtin..
Hêrsên min nebîne ey Xweda
Ez ê negrîm
Bayê Geverê çiqas hiþk bû ku ez giryandim!!
Bayê azadiyê çiqas xurt bû ku ez giryandim!!
Rengê çavên te çi ne?
Û çi reng ji kenê te re heye?
Kor e yê kenê min nabîne
Û yê dîlana giyanê min wernagire
Kor e ev dem
Milê min yê min e, dê kî ji min bitsîne?
Vê buharê
Ez ê çûkan azad bedrim û bi tebeþîrê biþrîna rojên sitembar xêz nekim!
Dê li ser defterên dibistanê awirên xwe bihêlim
Û li ser depreþê di xew ve herim..
Vê buharê
Ez ê bennikên soleke xwe girê bidim û ya dî vekirî bihêlim da ku neçim nêçîra perwaneyan
Û guleke Beybûnê ji diya xwe re neçinim
Sibeha te bi xêr dayê
Bibûre ez ê nanê germ ji te re nekirim
Piþtî ku milê min þikandin
Ez ê dilê xwe di taþtiyan de ji te re bipijînim..
Dayê
Ma bi destekî tenha sibeha xembariya te tê nivîsandin?
Vê buharê
Ez ê li ser banê mala me stêrkan nejimêrim
Destek têra jimartina stêrkên revînok nake..
Dê silavê li ezmanê sayî nekim..
Silav Geverê..
Bila kor bibe çavên çiyayên te..
Ez ê li kolanên te dîn nebim
Û milê xwe yê din li qorzîkên sikakên te bihêlim
Da sêwî nemînin lîstok
Kor e ev dem
Milê min yê min e, dê kî j imin bitsîne?
Kor e çavên te Xwedêyo
Çawa bi rexekî tenha ayetên firiþteyan di cenneta te de bixwînim?
Vê buharê
Ez ê neçim jivana kulîlkan, ne jî di havînan de li taveheyvê ewle bibim û li axa ber deriyê hewþê!
Zarokek bûm, min dixwest di Newrozê de þekirê cejnê bicivîn û agirekî ji perwaneyên dilê xwe re vêxînim..
Lê ez ê di Newroza ku dê were de
Bi heman destî siya xwe bitewînim û alekê hildim
Bi milekî þikestî aleke sipî hilnadim
Þerm e ku bi destekî biçim pêrgîna aþtiyê!!
Dê ala min kesk be weke xewnan
Soooooor be weke êþê
Û zerrrrrr be weke simbilê zadên dîrokê..
Dê ala sipî bi hman destî bilind nekim
Êdî ketiye ji ferhenga nermebê
Ew rengê beloq..
Bibûre Gever
Ez ê nema li berfa te jî temaþe bikim
Êdî sipî rengekî þikestiye
Weke milê min.!
Dê nema bibînim wî rengê têkçûyî
Di kincên serbazên têkçûyî de
Li ber keskesorên çiyayên dûr
Tu jî dê nebînî ey Xweda
Êdî rengê berfa min jî
Sooooor e….