Amed Dîcle
Rola welatên rojava û bi taybet jî Ewropayê di pirsgirêka kurd de hûr û kûr e. Ev mijar gelek caran hatiye şîrovekirin. Ewropa li Tirkiyeyê çareseriya pirsgirêka kurd naxwaze. Sedemên siyasî, aborî û çandî yên vê yekê hene. Ji bo çareseriyê çiqas gav hatibin avêtin ewropiyan astengiyek derxistiye. Gelek mînakên vê yekê hene. Mînaka dawî jî betalkirina lîsansa Roj, Nûçe, MMC û radyoyaya Dengê Mezopotamya ye.
Doza li dijî Roj TV mehekê piştî destpêkirina pêvajoya Osloyê dest pê kir. Berî vê pêvajoyê jî dewlete Tirkiyeyê dixwest doz were vekirin û tv were girtin lê belê welatên Ewropayê gavên cidî neavêtin. Piştî ku di navbera tevgera kurd û dewleta tirk de hevdîtin dest pê kirin xwestin televîzyonê bidin girtin. Bi vî awayî xwestin pêvajoyê provake bikin, rewşê sor bikin.
Berî ku doz were vekirin ji me re gotin, Ocalan ji bîr bikin ku hûn wiha bikin em ê li dijî we doz venekin. Xwestin me bitirsînin û bikin parçeyeke vê konseptê. Lê belê me ev daxwaza wan red kir. Wekî her tim me li ser xeta rast xebatên xwe yên çapemeniyê dewam kir. Piştî ku di sala 2012’yan de şer gur bû, êrîş û zextên dewletên Ewropayê kêmtir bû. Di rêbendana 2012’an de cezayê pere dan lê belê heta dadgeha bilind ev pere nehat dayîn. Me li dijî vê biryarê îtîraz kir, me got, ev neheqî ye.
Di encamê de 3’yê tîrmehê biryara îtîraza me hat eşkerakirin. Vê carê dadgeha bilind biryareke girîng da. Cezayê pere zêdetir kir. Her wiha fikirîn ku ew ê tv pere bide lîsansa weşanê betal kirin. Yanî wekî ku mirovekî nekujin lê belê felc bikin, bitevizînin.
Li gorî vê biryarê mafê parêzerên me heye ku di nava 2 hefteyan de îtîrazê bikin. Em ê li ser du xalan îtîraz bikin. Yek; em ê bibêjin ev biryareke ne rast e û divê dadgeha bilind vê biryarê betal bike. Dadgeha bilind êdî wê kengê biryar bide nayê zanîn. Dibe ku ev pêvajo salek bajo. Ya duyem; em ê bixwazin heta biryara dadgeha jor mafê me yê weşanê dewam bike, lîsans betal nebe û bêyî ku em pere bidin karibin weşanên xwe bikin. Wê dadgeh vê serlêdan û daxwaza me binirxîne û bersivekê bide. Ev bersiv jî divê di nava 15 rojan de were eşkerekirin. Di nava 15 rojan de wê rewşa dewamkirin an jî rawestandina weşanên me zelal bibe. Ger ji aliyê dadgehê ve biryarekî erênî derkeve wê demê dikarin bi riya satelîtê weşanên me asteng bikin. Ji ber ku li dijî ROJ TV jî heman rêbaz hatibûn bikaranîn.
Kurt û kurmancî ji ber ku lîsansa ROJ TV, NÛÇE û MMC hatine betalkirin êdî ji niha û pê ve berdewamkirina van weşanan pir zehmet e. Ev pêvajo dibe ku demekê dewam bike, dibe ku niha jî raweste ne diyar e. Êdî di destê wan de ye.
Em ê jî wekî xebatkarên çapemeniya azad bêguman xebatên xwe dewam bikin. Hin kes dibêjin televîzyonek nû wê were vekirin. Niha planeke me ya vekirina televîzyonek nû tune ye. Ji ber ku stendina lîsansê karê rojek û du rojan nîn e. Daxwaza me ew e ku li hemberî vê biryara neheq hemû kesên xwedî wijdan dengê xwe bilind bikin û vê zilmê qebûl nekin.
Ji Azadiya Welat hatiye girtin
***
Nûçeya eleqedar:
- YRK:Çapemeniya azad nayê astengkirin
- Lîsansên MMC, NÛCE TV, ROJ TV hatin betalkirin
- KNK'ê biryara Danîmarkayê şermezar kir
- Girtina televîzyonên kurd hat şermezarkirin
- Lîsansên MMC, NÛCE TV, ROJ TV hatin betalkirin