logo
Piştgiriya
Diyarnameyê bikin
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Ên Din
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî
    • 2015-sermawez-pusper: Dîsa Hilbijartina Giştî
    • 2011, Hilbijartin
    • 2010, REFERANDÛM
    • 2009, Hilbijartina Herêmî
    • EURO 2016
    • EURO 2020
    • EURO 2024
    • Kûpaya Cîhanê 2010
    • Kûpaya Cîhanê 2014
    • Kûpaya Cîhanê 2018
    • Kûpaya Cîhanê 2022
    • Kûpaya Cîhanê 2026
Piştgiriya Diyarnameyê bikin
3 ROJ
  1. Heyeta ji jinên Şaredarên Bakur pêk tê bi Mazlûm Ebdî re hevdîtin kirin
  2. Li Parlemena Ewropayê konferansa li ser pirsgirêka kurd û pêvajoya aştiyê li dar dikeve
  3. Çîrokên ji 'Şewtbihêrk'ê hatin
  4. 'Ew jina herî xweşik bû'
  5. Nêçîrvan Barzanî: Rewşa Başûr û Rojava ji gelek aliyan ve cuda ye
news-details

Amed, xewna min a herî şîrîn

Berî ku ez Amedê nas bikim min efsaneya wê nas kir. Hem jî ne carekê û du caran.

  • Dîrok: 22/02/2009
  • Beş: Serbest

 

Mem Mîrxan

Berî ku ez Amedê nas bikim min efsaneya wê nas kir.
Hem jî ne carekê û du caran.
Sedan carî min ew çîrok ji bavê xwe guhdarî kir.
Kê ku bêhemdî jî bigota Diyarbekir, gotbihuşt digot: “Hûn çîroka Diyarbekirê û fetha wê dizanin?”
Û dest pê dikir.
Di dema artêşa îslamê de bajar tê dorpêçkirin. Lê serdarê bajêr deriyan digire. Wekî hûn jî dizanin çar deriyên Qela Diyarbekir hene. Derê Çiyê (Derê Xarpêtê, Derê Rihayê, Derê Mêrdînê û Derê Nû) bi rojan leşkerê artêşa Xalid Bîn Welîd li dora Amedê diçin û tên nikarin di hundirê Qela Amedê kevin. Xalid Bîn Welîd aqilmendên xwe dicivîne, didin ser hev, didin ber hev çareyekê nabînin. Rojekê yek, kûçikekî li der dibîne. Û hema baz dide ba Hezretî Xalid.
Dibêje:  “Xêra Xwedê li ser te be, fermandarê min. Min îro kûçikek li der dît. Bivê nevê ew kûçik ji hundirê vê qeleyê derketiye. Bi destûra we be ezê kûçikê bişopînin. Ger ku min encamek bi dest xist ezê cenabê we agahdar bikim.
Belê ew camêr ji sibê heta êvarê ji dûr ve kûçikê dişopîne. Û dinihêre ku kûçik çû nêzî Deriyê Çiyê xwe di qulikekê re kir û çû hundirê qelê.
Leşkerê Artêşa Îslamê hema diçe hizûra Hezretî Xalid û dibêje: Min rêyek dît. Ez dizanim emê çawa têkevin vê Qeleyê. Belê çare tê dîtin. Qumandar pêlewanên xwe yê herî xurt di wê qulikê re derbasî hundir dike û pêlewan diçin nobedarên ber derî dikujin û deriyan vedikin û  bi vî awayî Amedê fetih dikin.”
Belê, berî ku ez Amedê nas bikim min çîroka wê naskiribû. Helbet çûna Amedê ji bo min xeyala herî mezin bû.
Bi sedan caran di xewna xwe de ez diçûm Amedê, li ser sûrên wê digeriyam û bi taybetî  beyî ku ez di deriyê vekirî re derbasî nava sûran bibim ez  di wê qulika ku kûçik tê re derbas bû re diketim hundir. Li ber Mizgefta Mezin min bi zerikek  sifir a zincîr pê ve girêdayî av vedixwar û min hespê xwe li Xana Hesen Paşa girê dida. Ji bo xwe ji Nişoyê File bilûrek distand û tevî cotek çaroxan ez vedigeriyam malê.
Xewna min jî wekî çîroka bavê min bû. Min tim heman çîrok didît.
Piştî gelek salan ku êdî çîroka Sîniya Sifir jî li çîrokên bavê min zêde bû. Di payizek zipî zer de min Amed nas kir.
Lê ez çi bêjim ew deriyên ku bi şev û bi roj nobedar li ber bûn vekirîbûn. Li nêzî Deriyê Çiyê di sala 1935’an de bi destûra waliyê wê demê ku goya bajar ba nagire dîwarên sûran hatibû hilweşandin û neqebek mezin li derê çiyê hatibû vekirin. Bi vê mudaxaleyê helbet neqeba herî mezin di dîroka gelê kurd de hatibû vekirin.
Li Xana Hesen Paşa ne hesp mabûn, na nalbend, ne jî nalekî hespan. Dikana Nişoyê Bilurvan bûbû dikana dendikfiroşiyê.
Û niha li bajêr 4 bajarên  din zêde bûne.
Çarşiya Şewitiya ku bavê min sêniya me ya ku deh serî mirov bi rehetî dikaribû li ser xwarin bixwarana ji vê derê standibû.
Digot: “Min ev sînî bi panotekê stand. Em ji bo tirpanê çûbûn deşta Wêranşarê. Piştî ku em vegeriyan min ev sinî ji Çarşiya Şewitî stand. Belê niha jî hîn qelaçî û hostayên alavên sifir û bafûn çêker hene. Lê ew jî wekî sîniya me ya sifirin ji qelayê de ketine, kevnare bûne, bêhna kûrê yê ji wan tê.
Ez hîn wê xewna xwe dibînim.
Xalid Bîn Welid wekî ku li dor sûrên Amedê kon vegirtibe ji min re tê.
Hay zemane ku kûçik derbasî hundirê sûran bibe.

mmirxan@hotmail.com

***

Hin nivîsên Mem Mîrxan ku di Diyarnameyê hatine weşandin:

- Bêndera xîretê
- Krîterên DTP'ê û rastiya Jiyanê
- Duh dost bi sî û du diranan keniyan ji dil
- Di Ergenekonê de navên kurdan
-

Parve Bike

Youtube Me

Berhem: Mulkiye Tekin:Rêwîtiya ji xwenasînê ber bi romana “Asmîn”ê ve

news

Porê kitêbê diweşe destê min

news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

news

Çîroka du xwişkan

news

Çend sedemên windakirina pûanan

news

Mirovên warlêherimî

news

Taybetiyeke Zimanê Kurdî-Kurmancî

news

Li Dêrika Çiyayê Mazî Aşên Avê û Çavkaniyên wê

news

Zextên li pêş nivîskaran, wêje û azadiya nivîskaran

news

Ji têkoşîna siyasî, helbestvanî, heta siwarçakiyê, jineke jêhatî: Hebê Xan

news

Qedera Geliyê Godernê

news

Kilîta Li Qutiya Dil

news

Amedspor bi têkbirina Beşîktaşî re dixwaze ji me re çi bêje?

news

‘Deftera Mezin’ bo kurdî hat wergerandin

news

Ji Helîm Yûsiv romenek nû 'Jiyan Herêmeke Qedexekirî Bû'

news

Maça Amedspor û Beşîktaş: Îstatîstîk çi dibêjin, wê çawa be?

news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

news

Ma matematîk jî me dixapîne?

news

Li nav kurdan FÛTBOLA JINAN di çi rewşî de ye?

news

Gelo Gift Orban wê îsal 20 golan biavêje?

news
Serbest - Nivîsên Dawî
news
  • 10 10 2026

Xumava Estetîkê ya Zemanekî

news
  • 10 10 2026

Yekem mamostaya jin ya Şarbajêr û sembola wêrekiya jinên kurd: Munîre Qeftan

news
  • 09 10 2026

Keçên niftik ên çenên wan pûsîbûn

news
  • 05 10 2026

Çima bindest ji derewên serdestên xwe bawer dikin? (Nirxandineke Derûnkolerî)

news
  • 29 09 2026

Zozanî û Hilgêr

news
  • 28 09 2026

Ji romana 'Du Cîhan Yek Jan'; Pir cîhan hene, lê êş, evîn, dijwarî û têkçûn yek e!

Hesabên Diyarnameyê Bişopînin
Nivîsên Nû
news

Li Pişt Camekanan*

  • Hogir Berbir
news

Niha hat bîra min

  • Dilşêr Bêwar
news

Porê kitêbê diweşe destê min

  • H. Kovan Baqî
news

Pêşangeha Amedê çi dibêje me?

  • Omer Dilsoz
news

Nûçeya Rûdawê, pankarta li Amedê, biryara li Şamê

  • Cemil Oguz
news

Mirovên warlêherimî

  • yeqîn h.
news

Xeyala Pirtûkekê û Nifşeke Birîndar

  • Kadir Stêra
news

Hecî Bûbê

  • Hogir Berbir
news

Kilîta Li Qutiya Dil

  • Dilşêr Bêwar
news

Ma matematîk jî me dixapîne?

  • Yaqob Tilermenî
news

Em bidin dû xewnekê

  • Omer Dilsoz
news

Aliyên kurd çi dikin, wê çi bikin? (Gelo Rojava têkdiçe?)

  • Helîm YÛSIV
news

Ji min nayê

  • Mesûd Qeya
news

Kirasê kevin ê li ser çermê xaniyê me qetiya

  • H. Kovan Baqî
news

Ziman û Postmodernîzm

  • Çorê ARDA
Ev jî hene
ad

Li Kobanî kargeha sînemayê vedibe

ad

Bi wêneyan Newroza 2018'an

ad

Nifûsa sala 2030 û 2050 hat eşkere kirin

ad

Hejmara nû ya Le Monde Kurdî derket

ad

Li Şaredariya Pasûrê tabeleya pir zimanî

ad

Li Îzmîrê xwendina helbestan

Kategorî
  • Nûçe
  • Nûçeyên Çandî
  • Serbest
  • Hevpeyvîn
  • Çapemenî
  • Berhem
  • Spor
  • Dinya
  • Aborî
  • Foto-Nûçe
  • Xêz
  • Portreya Mehê
  • Tenduristî
  • Klîba Hefteyê
3 Roj
news

Heyeta ji jinên Şaredarên Bakur pêk tê bi Mazlûm Ebdî re hevdîtin kirin

  • 11 10 2026
news

Li Parlemena Ewropayê konferansa li ser pirsgirêka kurd û pêvajoya aştiyê li dar dikeve

  • 11 10 2026
news

Çîrokên ji 'Şewtbihêrk'ê hatin

  • 12 10 2026
news

Nêçîrvan Barzanî: Rewşa Başûr û Rojava ji gelek aliyan ve cuda ye

  • 12 10 2026

Diyarname

  • Derbarê Diyarnameyê de
  • Têkilî / Contact / İletişim

Nivîskar

  • Yaqob Tilermenî
  • yeqîn h.
  • Bedran DERE
  • Cemil Oguz
  • Cemîl Andok
  • Çorê ARDA
  • Dilşêr Bêwar
  • H. Kovan Baqî
  • Helîm YÛSIV
  • Hogir Berbir
  • Kazim Polat
  • Kadir Stêra
  • Omer Dilsoz
  • Welat Dilken
  • Veysel Vesek
  • Mesûd Qeya
  • Zekî OZMEN

Beş

    • Nûçe
    • Nûçeyên Çandî
    • Serbest
    • Hevpeyvîn
    • Çapemenî
    • Berhem
    • Spor
    • Dinya
    • Aborî
    • Nivîsênkarên Mêvan
    • Portreya Mehê
    • Foto-Nûçe
    • Xêz
    • Tenduristî
    • Klîba Hefteyê
    • NÎQAŞ
    • Ji Çapemeniya Dinyayê
    • E-pirtuk
    • Covit-19
    • 2024: Hilbijartina-Herêmî
    • 2023 Hilbijartin
    • 2019: Hilbijartina Herêmî
    • 2014: Hilbijartina Herêmî
    • 2018-06-24: Hilbijartina Giştî û Serokomarî

Copyright © 2005-2026 Diyarname