HATAY
Li Navçeya Dortyola Hatayê li gel ku ev 5 roj in kurd nikarin ji Taxa Mezbahaneyê derkevin, hate gotin ku zirara madî ya di nava 5 rojan de 500 hezar TL ye.
Li Dortyolê, di encama êrîşên lincê yên li hemberî kurdan, li gel avahiya BDP'ê 27 kargeh hatine şewitandin. Dikandarên kurd yên dikanên wan rastî êrîşan hatine, diyar kirin ku 500 hezar TL jî zirara wan pêkhatiye. Walîtiyê jî soz da ku dê zirara dikandaran temîn bikin.
Kurdên Dortyolê, destnîşan kirin ku dê di nav xwe de tespîta zirarê bikin û wiha gotin: "Em dê hinekê bisekinin. Eger dewlet zirara me nede em dê nav xwe de fonekê çêbikin û zirara xwe di nav xwe de çareser bikin. Lê lazim e berî her tiştî em bikaribin biçin dikanên xwe û tespîta zirarê bikin."
Dikandaran got ku Waliyê Hatayê soza dayîna zarara wan daye û wiha gotin: "Walî ji me re got dê zirara me bide. Lê em nizanin dê çawa bide. Eger bên û her dikandarî 100-200 TL bidin, wê demê em dê gelek maxdûr bibin. Lewra ev 5 roj in, em nikarin biçin ser karê xwe û her roj zerarê dikin."
***Nûçeyên eleqedar:
- Heyeta BDP'ê neket Dortyolê, vedigere
- Walî naxwaze konvoya BDP'ê here Dortyolê