Diyarname
Mebûsa BDP'ê Leyla Zana di konferansê de axivî û got: "Civakên Kurdistanê di vê konferansê de bi awayekî azad fikrên xwe tînin ziman."
"Konferansa Yekîtî û Çareseriyê ya bakurê Kurdistanê" îro roja xwe ya duyemîn temam kir. Roja 17'ê mehê saet 11.00'an de dê encamnameya konferansê bê eşkere kirin.
Di roja duyemîn de nûnerên elewî, êzîdî, suryanî, ermenî û her wiha kes û şexsitiyên serbixwe jî axivîn.
Di nav kesên axivîn de îro Mebûsa BDP'ê ya Amedê Leyla Zana jî hebû.
Vaye ji gotinên Zana çend not:
- Civakên Kurdistanê di vê konferansê de bi awayekî azad fikrên xwe tînin ziman.Ev 200 sal in me fikrên xwe li hev par ve nedikir. Yekemîn car e em fikrên xwe li hev rû bi rû par ve dikin. Ev serketineke mezin e.
- Îro pêdiviya me bi çi heye li vê derê hat ziman. Ger vê axê ji bo şaristaniyê dergûşî kiribe divê ev bê dîtin.
- Êdî dinya kurdan nas dike. Di konferansê de êdî ne nasandina kurdan, naskirina hebûna wan tê nîqaşkirin. Di vê têkoşîna dirêj de gelek kesî têkoşîn da. Kurd di gelek qadan de ketin nav hewldanan, divê ev yek bê dîtin.
- Em ji kesî xêratek naxwazih, em mafên xwe yên zagonî dixwazin. Em dixwazin sînor rabin. Em li Tirkiyeyê jiyaneke demokratîk û azad dixwazin. Yekîtî çawa çê dibe, sê beşên wê hene: abor^,i siyasî û civakî.
- Kes li ser sênîka zêrîn dê statuyê pêşkêşî kurdan nekin.
***
Nivîsên eleqedar:
- TZPKurdî: Em li benda statuyê nesekinin!
- Demîrtaş: Ev konferans Meclisa Bakur a sembolîk e
- Turk: Kurd li 4 parçeyan hêzên dînamîk in
- Tugluk: Konferansa me xwediyê îrade û îdîayeke girîng e
- Ocalan: Ya rast jiyanek azad, bi rûmet û wekhev e
- Yaşar Kemal bang li kurd û tirkan kir