Diyarname
Malpereke kurdî nivîsand ku Ocalan ji bo Barzanî nameyeke şandiye, ew kiriye serokê hemû parçeyên Kurdistanê û jê xwestiye ku xwedî li gerîlayan derkeve.
Malper dibêje ku roja 6'ê mehê Ocalan name şandiye. Hin malperên kurdan û çapemeniya tirkan jî dest avêt nûçeyê û ew weşand.
Lê heyeta BDP'ê ku ji Hevserokê BDP'ê Selahattin Demirtaş û Cîgera Serokê Koma BDP'ê Pervin Buldan pêk dihat çû Îmralî (roja 7'ê mehê).
9'ê mehê Buldan beşdarî bernameya Aktuel a di Nûçe TV de bû û pêşkêşvan jê pirsî ku Ocalan ji BarzanÎ re name şandiye yan na. Bersiva Buldan wisa bû: "Me nameyeke wisa bi xwe re nebir. Ême jî ji çapemeniyê hînê agahiyeke wisa bûn, der barê mijarê de tu agahiya me nîn e."
Em çi bibêjin? Nûçeya ku hatiye weşandin nabêje kî name biriye gihandiye Barzanî. Loma pirsa me ev e: Gelo Ocalan ji bo Barzanî name şand û ger şandibe jî bi temamî têde çi gotiye?


